‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’ 2023-10-12 15:49:59 ENQERE - Di darizandina Doza Kobanê de agahî û îdiayên têkildarî dozger Ahmet Altûn ku îdianameya dozê amadekiriye bûn rojev. Siyasetmedarê kurd Nazmî Gur, ji şandeya dadgehê re wiha got: “Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe.”   Rûniştina çaremîn a danişîna 36’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.    Alp Altinors, Gunay Kûbîlay û Nazmî Gur di danişînê de amade bûn. Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata û hin siyasetmedarên jin jî ji girtîgehên ku lê tên ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    Bi destpêkirina danişînê şandeya dadgehê ji bo rewşa girtinê li ber çavan derbas bike mafê axaftinê da dozger. Dozgerî mutala da ku rewşa girtinê ya girtiyan berdewam bike. Alp Altinors ê li dijî vê daxwazê ewilî mafê axaftinê wergirt diyar kir ku beyanên şahidan ên dozger dike hinceta girtinê rast nînin û xwest ji ber vê yekê hincet li ber çavan neyê girtin. Altinors wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu sedemekî hiqûqî nîne ku ji rewşa girtinê re bibe hincet. Em ji destpêkê ve dibêjin ku ev dosya komplo ye û hêj jî dibêjin. Em agahiyên têkildarî dozger Ahmet Altûn ê ev dosya vekiriye dibîhisin. Altûn di heman demê de li dosyaya Sînan Ateş jî dinêre lê ji ber MHP’î tên darizandin dixwaze ji dosyayê vekişe. Dozger hewl dide jê bireve û dûr bikeve.”   BIRYARÊN DMME’YÊ BI BÎR XISTIN    Yek ji siyasetmedaran Îsmaîl Şengul ê piştî Altinors axivî, parastin kir. Şengul, ê li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî Demîrtaş û Yuksekdag sekini, anî ziman ku di her du biryaran de biryara ku ‘binpêkirin’ heye derket lê hêj jî girtî ne anî ziman ku divê biryar were pêkanîn.    ‘ÎDIANAME LI MUTBEXA MHP’Ê HATE AMADEKIRIN!’   Siyasetmedar Nazmî Gur jî da zanîn ku biryarên dadgehê beriya mehekê têkildarî rewşa girtinê dabûn birine dadgeha jortir lê bersiv encax îro hatine û wiha got: “Maşallah daraza me çiqas bilez e. Ev rewş girîngiya ku daraz dide darizandinê nîşan dide. Em îtîrazî dadgeha jor dikin û bêyî hincetekê nîşan bidin red dikin. Me ji destpêkê got ev dozeke komployê ye. Me got ev îdianame li mutbexa MHP’ê hatiye amadekirin. Piştî 3 salan ev îddia min hate piştrastkirin. Dîrok dê me piştrast bike. Damezrînerê komployê avaniya paralel a MHP’ê ya li darazê ye. Ji Bahtiyar Çolak dest pê dike heta Ahmet Altûn… MHP’ê tenê komplo li me nekiriye li AKP’ê jî kiriye.”    Gur, di berdewama parastina xwe de jî bal kişand ser îdiayên derbarê serdozger Ahmet Altun de ku lêpirsîn da destpêkirin û bû sedema vekirina dozê û amadekirina îdîanameyê. Gur, anî ziman ku her kes dizane ku Altûn nêzî MHP’ê ye û wiha berdewam kir: “Ev Altûn kî ye? Kesê ku komplo amade kiriye. Hûn me li gorî çi digirin. Lİ gorî îdiayên ku Altûn amade kirine. Em baş dizanin ku hûn ji ber çi me digirin. Ji xwe DMME dibêje sedemên siyasî. Em jî dibêjin komplo. Ev Ahmet Altûn nayê darizandin? Derbarê dozgerê ku endamê Dadgeha Bilind e û ev kes peywîrdar kiriye de gelek îdia hene. Tê gotin ku têkiliyên wî bi serokên çeteyan re hene. Ev dosya dê biçe ber destê wî jî. Hûn komployê dibînin? Dibînin ku kê rol girtine?   Gur, anî ziman ku beyanên şahidên nepen nikarin ji bo hukmî esas bên girtin û bal kişand ser biryarên Dadgeha Bilind. Gur, destnîşan kir ku ji rewşa girtinê re ev beyan weke hincet tên nîşan dan û bertek nîşanî vê yekê da.    ‘REWŞA AHMET ALTÛN ÇARESER BIKIN DÊ EV DOSYA JÎ ÇARESER BIBE’    Gur ê bang li şandeya dadgehê kir got ku “Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya jî çareser bibe.”   Piştî Gur Alî Urkut ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê tê ragirtin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û bal kişand ser îdiayên têkildarî dozger Ahmet Altûn.    Siyasetmedar Ayşe Yagci ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin jî têkildarî rewşa girtina wan mafê axaftinê wergirt û xwest hemû girtî bên berdan.     ODÛNCÛ LI ODEYA SEGBÎSÊ ACIZ BÛ   Pervîn Odûncû ya di dema parastinan de aciz bû, neçar ma ji odeya SEGBÎS’ê derkeve. Dû re siyasetmedara girtî Meryem Adibellî parastin kir û diyar kir ku xebatên wê yên di bin banê partiya siyasî de kirine mijara sûc û ev rewş nayê qebûlkirin.    Şandeyê piştî parastina Adibellî navber da danişînê.