Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn 2023-10-12 16:44:16   MÊRDÎN - Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê ku ji hêla qeymeqamtiyê tê çêkirin, rûxiya û 4 karker birîndar bûn.    Li taxa Tepebaşî ya navçeya Qosera Mêrdînê, înşeata pirtûkxaneyê ku ji hêla qeymeqamtiyê tê çêkirin, ruxiya. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; rûxandin dema ku karker dixebitîn, pêk hat. Li gel rûxandinê tabliya ku karker li ser dixebitîn ket xwarê. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Karkerên birîndar bûn, bi ambûlansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin kirin. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya karkeran baş e.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.