Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye 2023-10-12 16:45:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna ewil a edîtorê ajansa me Sedat Yilmaz dê di 12’ê kanûnê de were lidarxistin.  Roja danişîna ewil a doza edîtorê ajansa me Sedat Yilmaz diyar bû. Yilmaz, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hatibû girtin û zêdetirî 5 meh in li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê tê ragirtin.    4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdianameya bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” hatiye amadekirin qebûl kir û 12'ê kanûnê weke roja danişînê destnîşan kir.    ÇI BÛBÛ?   Yilmaz jî di nav de û 5 jê girtî îdianameya derheqê 49 kesan de, di 18’ê tîrmehê de hate amadekirin û pêşkeşî 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate kirin.    Dadgehê got ku di navbera gumanbaran de ji hêla hiqûqî û fiîliyatê ve têkiliyek nîne lê tevî vê yekê jî xwest ku lêpirsîn komî were kirin lê îdianame ne komî lê li gorî şexsan were amadekirin. Bi vê hincetê jî di 27’ê tîrmehê de îdianame dîsa ji dozgeriyê re şand.    Li ser vê yekê, dozgeriyê di 6’ê îlonê de derheqê rojnameger Sedat Yilmaz û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora ajansa me Dîcle Muftuoglû de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” cuda cuda îdianame hatin amadekirin.    Dadgehê jî bi hinceta ku sûcên di îdianameyê de tên îdiakirin li Amedê derbas dibin, biryara “bêrayetiyê” da û ji Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî îdianame qebûl kir û roja danişînê diyar kir.