Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin 2023-10-12 22:45:54   MÛŞ - Li Mûşê ji ber daxuyaniya li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 kes hatin binçavkirin.   Li Mûşê bi pêşengiya Meclisa Ciwanan û Partiya Çepên Kesk a Mûşê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwestin ku li Qada Kobanê daxuyanî bê dayîn. Polîsan ku ji ber qedexeya walîtiyê destûr nedan daxuyaniya çapemeniyê, girseyê asteng kirin. Piştî êrişa polîsan 9 kes hatin binçavkirin.   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Selamettîn Yilmaz, Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Bermal Nergiz, endamê Desteya Rêveber a Çepên Kesk Îbrahîm Boz, endamên Meclîsa HDP’ê ya Mûşê Çîçek Tûtûş, Omer Koç û Ûmît Gokturk, endamê Meclîsa Ciwanan Maruf Çelîkel, Serhat Dûrsûn û kesekî navê wî nayê zanîn.”