Binefser Kaya di şer de hate kuştin 2023-10-13 08:52:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Di şerên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê de binefser Mûsa Esat Kaya hate kuştin.     Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Hate ragihandin ku li herêman şerên dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku di şerê duh qewimî de binefser Mûsa Esat Kaya hatiye kuştin.    Wezareta Parastinê ya dewleta tirk têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku Binefser Çawişê Biqidem Mûsa Esat Kaya di gulebarana tacîzê ya di 12’ê cotmeha 2023’yan de hatiye kuştin.