ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-13 09:00:06   Jinên ku beşdarî kargeha komxebata rêveberiyên xwecihî bûn diyar kirin ku divê li her bajerekî qadên aborî yên serbixwe bên avakirin û gotin: "Budçeya jinan di warê xizmetên bajêr û pêşkêşkirina bajaran de pir girîng e. Ji ber wê divê ku em aboriya jinan a serbixwe ava bikin."    * Derhênera kurd Hêlîn Çelîk bal kişand ser têkiliya jinan û sînemayê û got: “Me têgeha 'jin' di civakê de fetisandî ye, heke jin xwe eşkere bikin û baş bînin ziman, li şûna mexdûriyetê dê xwedî hêz bin.”   * Agir bi Kooperatîfa Êm û Kayê ya Gola Wanê ketibû û 2o milyon zirara esnafan çêbûbû. Esnafên ku alîkariya wan nehat kirin, ji wan hatiye xwestin ku dikanên xwe vala bikin.    * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek diyar kir ku êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê netehemulkirina kurdan e û got ku divê kurd li dijî van êrişan bibin yek.    * Aktivîsta mafên jinan Zozan Ozgokçe diyar kir ku ew destûreke bingehîn a aştiyane diparêzin û got: "Bi marjînalîzekirina jinan û kurdan destûreke bingehîn nayê çêkirin. Em dixwazin her kes bi cudahiyên xwe wekhev in. Destûreke bingehîn a bi vî rengî pêkan e û divê pêk bê."    * Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 9 sal derbas bûn, lê di dosyeyê de hê jî tu pêşketin çênebûne. Serlêdana parêzeran a li AYM'ê jî 2 sal in nehatiye bersivandin.    * Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Îpek di hundirê qutiyekê de jê re hatibûn şandin, bi beyanên şahidên eşkere hatibû girtin. Aksoy ku di danişîna yekem de nehat berdan, got: "Tola zarokên min ji min tê stendin."    * Zanyarê siyasetê Mûstafa Pekoz diyar kir ku heke Îsraîl di pêvajoya pêş de li Îran, Lubnan û Sûriyeyê qadên pevçûnan berfireh bike dê ev yek ji hêla leşkerî, polîtîk û civakî ve yekser bandorê li kurdan bike.   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Li navçeya Qada Azadiyê ya Qosera Mêrdînê dê bi armanca protestokirina êrişên li ser rojavayê Kurdistanê meş bê lidarxistin û li gelek bajaran din jî daxuyanî bên dayîn. (15.00-19.00) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD'a Wanê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan li avahiya komeleya xwe parve bike. (14.00)