Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin 2023-10-13 09:14:13   AMED - Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Îpek di hundirê qutiyekê de jê re hatibûn şandin, bi beyanên şahidên eşkere hatibû girtin. Aksoy ku di danişîna yekem de nehat berdan, got: "Tola zarokên min ji min tê stendin."    Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Îpek ê endamê HPG'ê di hundirê qutiyekê de bi kargoyê jê re hatibûn şandin, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Aksoy di 6'ê Cotmehê de hat lidarxistin, lê Aksoy nehat berdan. Parêzer Zeynep Karayilan ku piştî danişîna ewil çû serdana muwekîla xwe Aksoy. Aksoy bi rêya parêzera xwe gotiye "Tola zarokên min ji min tê stendin."   ‘TU PALPIŞYTEKE HIQÛQÎ YA BIRYARÊ TUNE YE'   Karayilan anî ziman ku biryara domandina girtina Aksoy bi hincetên "kopîkirinê" hatiye domandin û got: "Di dosyeyên girtinê de dema danişînan meh û nîvekê tê taloqkirin lê ya Dayika Halîse taloqî 12'ê çileyê hat kirin. Yanî 3 mehan taloq kirin. Tu palpişteke hiqûqî ya vê biryarê tune ye. Ji lew re gelek kesên di vê dosyeyê de an di danişînên navberê de yan jî di danişîna yekem de hatin berdan. Lê Halîse Aksoy nehat berdan."    AKSOY: TOL TÊ STENDIN   Karayilan destnîşan kir ku ji destpêka darizandinê heya niha liv û tevgereke "tolstendinê" heye û bibîr xist ku piştî hestiyên kurê Halîse Aksoy bi kargoyê jê re hatin şandin, hat naskirin û gelek kesan ji bo piştevaniyê serdana wê kiriye. Karayilan bilêv kir ku Aksoy jî wiha difikire ku heyf jê tê stendin û wiha domand: "Gava min jê pirsî tu der barê dosyeyê de çi difikirî, got 'Min tu tişt nekiriye, tola zarokên min ji min tê stendin.' Ji destpêka darizandinê heya niha vî tiştî dibêje. Dozger di îdianameya xwe de behsa kurê wê kir. A rast ev yek wekî hincet hatiye nîşandan. Dibêje kurê wê li çiyê 'hatiye kuştin' û îdia dike ku pêwendiya wê pê re heye. Ev yek bi tu awayî di çaçroveyeke hiqûqî de nayê nirxandin."   GAVA MESELE DIBE KURD...   Karayilan bibîr xist ku di demên dawî de bi beyanên şahidên eşkere û veşarî gelek kes hatine girtin û wiha domand: "Li gor hiqûqa ceza, delîlên beyanan divê bi beyanên din re teqez bên piştgirîkirin. Ji lew re beyanên şahidan, bi taybetî jî beyanên şahidên sûd ji poşmanîtiyê girtine di hiqûqa ceza de wekî delîl pir îtibar bi wan nayê kirin. Di îctihadên dadgeha bilnd de jî beyanên şahidên eşkere û veşarî bi tena serê xwe esas nayên girtin, lê di pêvajoyên dawî de ev ji bo girtinan wekî hincet tên nîşandan. Diviyabû ji bo girtinê delîlên berbiçav hebûna, lê gava mesele kurd be, bi temamî li gor saîqên siyasî tevdigerin. Li dadgehan ji bo vê kirasekî wekî sûcê katalogî tê fesilandin û biryar li gor vê tên dayîn. Tevî muwekîla min gelek kes ji ber beyanên kesekî hatin girtin. Tê gotin ev kes 3 rojan îfade daye û kesan teşxîs kiriye. Ger em 600 kesan dabeşî 3 rojan bikin nexwe divê ev kes tiştekî nexwe, venexwe û ranezê û serê saetê 8 kesan teşxîs bike. Ev li gor hiqûqa ceza li derî herka xwezayî ya jiyanê ye. Îcar mirov dê çawa bawerî bi van beyanan bîne? Diviyabû beyanên şahid xwe bisparatana dîtinê, lê gava mirov lê dinêhêrî hem xwe disipêrin bihîstinê. Ev beyan jî ji aliyê meqamên lêpirsînê ve wekî tiştekî gelekî girîng bin daxilî dosyeyan tên kirin."    ‘NEXWEŞÎNÊN WÊ GIRAN DIBIN'   Karayilan bilêv kir ku nexweşînên Aksoyê jî her diçe girantir dibin û got: "Nexweşîna şekir û kolestrolê ya kronîk pê re heye. Di 6 mehên girtîgehê de nexweşşîna wê ya şekir û kolestrolê girantir bû. Ji xeynî vê çavên wê jî nerihet in. Herî dawî gava ez çûm timd igiriya û hêsir ji çavên wê dihatin. Got çûye revîrê lê tu tişt nehatiye kirin û hefteyeke wiha ye, lê tenê damleyek dane wê. Her wiha ji bo nexweşîna wê ya şekir jî hefteyek e makîne danê, lê ew makîne jî xerabe ye. Her wiha cetekê jî ji ber nexweşîna dil û bêhnê ew rakirine beşa lezgîn. Me ev rapor hemû berpêşî dadgehê kirin, lê esas nehatin girtin. Tomografiya mêjiyê wê kişandine. Di vê tomografiyê de tê dîtin ku hucreyên mêjiyên wê mirine. A rast ev jî tê wateya destpêka nexweşîna Alzheîmerê."    ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'   Karayilan destnîşan kir ku demildest divê girtiyên nexweş bên berdan û got ku dê bi raporên Aksoy ji bo tenduristiya wê îtiraz bikin.    Danişîna duyemîn a doza Aksoy dê di 12'ê çileya 2024'an de bê lidarxistin.    MA / Eylem Akdag