Feqiyên kursa quranê gurî bûn 2023-10-13 14:04:01   ŞIRNEX - Hat zanîn ku li kursek quranê ya li Şirnexê xwendekar û mamosteyên xwe ji ber xurîniya ketiye laşê wan çûne nexweşxaneyê û bijîşkan teşhîsa gurîbûnê daniye ser wan.    Li Kursa Quranê ya Mehmet Emîn Acar a li Şirnexê 97 xwendekar, 6 mamoste û 3 xebatkarên kursê yên ku xurînî ket laşê wan çûn nexweşxaneyê. Bijîşkan teşhîsa  gurîbûne danî ser wan. Li gorî agahiyên ku malbatan dan, hat diyarkirin ku ji ber ku xurînî ketiye laşê zarokên wan çûne nexweşxaneyê û 97 xwendekar û mamosteyên xwe ji bo tedawiyê çûne nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku dê ji aliyê bijîşkan ve kontrola pêşiyê bê kirin.    Li gorî agahiyên ku bijîşk didn, nexweşiya gurîbûnê dikare pir zû belav bibe û ev nexweşî pîranî jî ji ber pirsgirêkên paqijî û bikaranîna avê çêdibe.