Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir 2023-10-13 15:00:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk careke din bi balafirên bê mirov û bi çek malek li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir, di êrişê de jinek birîndar bû. Piştî êrişê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin; “Iraqa ku ji bo Filistînê bang dike, ji bo Mexmûrê bêdeng e, ev cihê gumanê ye. Em bang li herkesê dikin ku ji êrişan re bêjin êdî bes e.”   Balafireke bê mirov û bi çek (SÎHA) a dewleta tirk di saetên serê sibê de Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û di êrişê de Ayşe Muhammed Ahmed (50) birîndar bû. Bi kombûna gel ya li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina êrişa ku siharê çêbûyî, daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yusuf Kara ve hat dayîn.   LI DIJÎ ÊRIŞAN BANG HATE KIRIN: EM BÊJIN ÊDÎ BES E   Yusuf Kara behsa êrişên dewleta tirk kir û got: “Dewleta faşîst û qirker ku nesîbê xwe ji mirovahiyê nagire, di nava hefteyekê de du caran êrişî wargeha Şehîd Rustem Cûdî kir. Êrişên ku pêkhatîn yek li mizgefta semta 2 û ya din jî li mala Rojhat Salih pêk hatiye. Di encama van êrişên nemerdane û bê exlaq de, dayîkek bi temen bi sivikî birîndar bû. Di êrişa ku li ser mizgeftê jî pêkhatî 3 kes bi sivîkî birîndar bibûn. Em ji dost û dijminên xwe re vê dibêjin ku dewleta faşîst wekî gurê har lê hatiye, êdî ti sînoran nasnake. Ji ber wê wargehek penaber ev 30 sal in di Iraqê de ji sedî 70'yê wê zarok, jin, kal û ciwan têde dijîn. Zilma ku li Kurdistanê tê meşandin ne ji rêzê ye, ji ber wê em bang li raya giştî ya Kurdistanê, raya giştî ya Iraq û Navnewî dikin ku ev êrişên dewleta tirk li ser gelên Kurdistanê dikin em jê re bêjin êdî bese.”   RAYEDARÊN IRAQÊ BÊDENG IN    Yusuf Kara di nava axaftinên xwe de êrişên Îsraîlê jî bi bîr xist û wiha pêde çû: “Her roj derdikeve ser televizyonê û dibêjin Îsraîl komkujiyan pêk tîne û zarokan dikuje. Lê dewleta faşîst û qirker bixwe van kiryaran pêktîne. Em dibînin dewletên navnetewî, dewletên cîran û dewleta ku em di nav de jiyan dikin bang li Îsraîlê dike û dibêje tu komkujiyan pêktînî, lê tevî di nava hefteyekê de du êrişên namerdane li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî pêkhatin jî heta niha tu deng ji rayedarên dewleta Iraqê ku em mêhvanên wê ne, derneketiye, ev cihê xemgînî û gumanê ye.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ,’Bimire Xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.