Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin 2023-10-13 19:11:23   AMED – Li Amedê bi pêşengtiya Dibistana Marksîst starta “Rojên Marksîst Li Amedê” hat dayîn.    Bi pêşengtiya Dibistana Marksîst Li Amedê (DMA) li avahiya Mordem Sanatê ya navçeya Peyas a Amedê starta “Rojên Marksîst Li Amedê” hat dayîn. Li gor bernameyê panelîst, mêvan û axêverên Rojên Marksîst ji bo hevnaskirinê hatin ba hev û bi daxuyaniyekî komxebat dan dastpêkirin. Daxuyanî li amfiya Mordem Sanatê hat dayîn û di eywanê de pankarta Dibistana Marksîst Li Amedê hat daliqandin. Gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar tevli daxuyaniyê bûn.    ‘EM DIXWAZIN BIKEVIN PÊŞIYA XITIMANDINÊ’   Kordînatorê DMA’yê Şerefxan Cizîrî bi kurtasî behsa bernameya sibê û du sibe kir û da zanîn ku ew nêzî salekê ye amadekariya vê komxebatê dikin. Cizîrî anî ziman ku xwesteka wan pêşketina xebatên fikrî yên di nava gelê kurd de ne û wiha got: “Hinek mijaran de xitimandinek heye. Em dixwazin bikevin pêşiya vê xitimandinê. Em dixwazin rê li ber nîqaşên fikrî vekin û em bi xwe jî tevgereke fikrî ne. Tu têkiliya me bi tu partiyên siyasî re nîne û em dijmintiya tu partiyên kurdan jî nakin.”   ‘DMA PROJEYEKE FIKRÎ YE’   Kordînatorê din yên DMA’yê Sînan Çîftyurek ku Serokê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) û Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Wanê ye, jî axivî û destnîşan kir ku DMA gavekî biçûk e, lê ew bibiryarin ku vê gava biçûk mezin bikin. Çîftyurek, anî ziman DMA projeyeke siyasî nîne û projeyeke fikrî ye. çîftyurek bi domdarî wiha got: “Em dixwazin di navbera rewşenbîr û siyasetmedarên kurd de bibin pirek. Li gor guhertina sosyolojiyê divê em jî nêrînên cuda biafirînin. Ji cîhanê fêm kirin û guhertin pêkan e. Em weke marksîstên Kurdistanî wiha bang li rewşenbîr û marksîstan dikin, ‘Em dixwazin ji Amedê ve li cîhanê binêrin û  biguherînin’. Em ê îsal di Rojên Marksîzmê de behsa Kurdistanê, saleke din jî behsa sosyalîzmê bikin.”   Bernameya Rojên Marksîzmê wiha ye:    14’Ê COTMEHÊ ROJA ŞEMIYÊ   *Pişaftin û entegrasyona li bakurê Kurdistanê çima li gorî parçeyên din bêhtir giran tê jiyîn? (10.00-12.00)   *Di Dîrokê de Kurdistan û Civaknasiya wê (13.00-15.00)   *Di sedsala 21’an de firsendên ji bo kurdan, xetereyên heyî û yekitiya neteweyî! (15.30-17.30)   15’Ê COTMEHÊ ROJA YEKŞEMÊ   *Tevî têkoşîna serxwebûna neteweyî ya 150 salan jî kurdan çima nekarîn bibin dewlet? (10.00-12.00)   *Marksîzm û mafê tayînkirina qedera xwe ya neteweyan (13.00-15.00)   *Li Kurdistan û Rojhilata Navîn gel û formasyonên olî. (15.30-17.30)   *Pêşkêşiya ekolojiyê ya li gel dîmenan. (18.00-18.30).”