Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin 2023-10-13 23:51:38   RIHA - Ramazan Temelê HPG'î ku li herêma Omeriya jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe Wêranşara Rihayê hat definkirin.    Ramazan Temel (Nûrhaq Dêrik) ê HPG'î ku di 10'ê Cotmehê de li herêma Omeriya ya Nisêbîna Mêrdînê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe Wêranşara Rihayê hat definkirin.   Malbata Teml ji bo teşhîskirina cenaze di 11'ê Cotmehê de çû Mêrdînê Lê belê malbatê cenaze teşxîs nekir. Piştî vê malbat çû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê û ji bo testa DNA'yê xwîn da. Piştî ku DNA li hev derketin, malbatê cenaze wergirt û ew anî Goristana Asriyê ya Wêranşarêê. Bi sedan cendirme û polîsan goristanê dorpêç kirin. Tenê destûra 15 ferdên malbatm hat dayîn ku têkevin hundirê gorç. Piştî merasîma cenaze KATDER, DBP, HDP û bi sedan kes serdana malbata Temel kir.