Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin 2023-10-14 12:35:37   STENBOL - Dayikên Şemiyê carek din hatin astengkirin û Qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin. Dayikên Şemiyê xwestin ku rêz ji biryara AYM’ê ya “binpêkirinê” re bê girtin.    Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 968’emîn de xwestin biçin Qada Galatasarayê û çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din dayikan asteng kir û tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî destûr nehat dayîn û qad hat qedexekirin.    Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  Eren Keskîn û gelek dayik û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Dayik li ser Cadeya Îstîklalê meşiyan û xwestin bi qerenfîlên di destên xwe de biçin Qada Galatasarayê lê polîsan ew asteng kirin û dorpêç kirin.    BIRYARA AYM’Ê BI BÎR XIST    Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û wiha got: “Biryara AYM’ê bi ser her tiştî re ye. Qeymeqam nikare vê biryarê ji holê rake. Biryar ji jorê tê dayîn.”    ‘RÊZÊ JI AYM’Ê RE BIGIRIN’    Xizma winda Masîde Ocak bi bîr xist ku Tirkiye li gorî xala duyemîn a Destûra Bingehîn dewleta “hiqûqê” ye û xwest rêzdarî ji biryara Dadgeha Destûra Bingehîn re bê girtin. Ocak anî ziman ku ev 6 meh in bi awayek dijhiqûqî çalakiya wan tê qedexekirin û binçavkirin û îro vay e dîsa tên binçavkirin. Ocak da zanîn ku biryara AYM’ê tê binpêkirin û heke îro destûr bihata dayîn wê ji bo Kerevan Îrmez ê 28 sal berê di binçavan de hat qetilkirin edaletê bixwestina.    Ji xizmên windayan Besna Tosûn jî bertek nîşanî polîsan da û biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê bi bîr xist.    BINÇAVKIRIN    Rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin jî ji cihê dorpêçê hatin dûrxistin. Polîsan gelek çalakvan ji pişt ve kelemçe kirin û xistin binçavan.    Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî bertek nîşanî binçavkirin û qedexekirina çalakiyê da.