Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand 2023-10-14 16:30:01   ENQERE - Partiya Çepên Kesk îdiaya “endamên rêxistinê bi wesayîta parlamenter Heval Bozdag derdixin derveyî welat” a Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya derewand û diyar kir ku wezîr bi van derewan partiya wan reş dike.    Partiya Çepên Kesk, daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ya der barê parlamenterê wan de derewand. Wezîr Alî Yerlîkaya îdia kiribû ku “Endamên rêxistinê bi wesayîta parlamenterê Agiriyê Heval Bozdag di sînor de derdixin derveyî welat.” Partiya Çepên Kesk li ser hesabê xwe yê X’ê bersiva wezîr da û bûyerê derewand.    Partiya Çepên Kesk di daxuyaniya xwe de wiha got: “Wezîrê Karên Navxweyî derewan dike, rastiyan berovajî dike û dixwaze bi vî awayî partiya me reş bike. Hevala me hatiye binçavkirin, Ronahî Tunç endama Meclisa Ciwanan me ye û Hazal Karabey jî endama Meclisa Partiya me ye. Hevalên me ji bo xebatên kongreya me bi parlamenterê me Heval Bozdag re ji Enqereyê çûne Agiriyê. Dema hatibûn binçavkirin, hevalên me vê rewşê rave kiribûn. Piştî îfadeyên wan li edliyeyê hatin girtin, hatin berdan. Lê belê bi israr li edliyeyê hatibûn ragirtin. Lê belê piştre li ser îtîraz û beyanên derew bi awayekî neheq hatine girtin. Daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî li destwerdana li dijî darazê ye û operasyona reşkirina partiya me çêdike. Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin.”