Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin 2023-10-15 10:17:16   NAVENDA NÛÇEYAN  - Derhênerê îranî Dariush Mehrjoui û lîstikvan Vahideh Mohammadifar li mala xwe ya li Karajê bi îşkenceyê hatin qetilkirin.    Derhênerê îranî Dariush Mehrjoui û lîstikvan Vahideh Mohammadifar li mala lê dijiyan ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hatin qetilkirin.    Di şeva 14’ê cotmehê de li ser îxbara cîranan, polîs çûn mala derhêner Dariush Mehrjoui û hevjîna wî ya lîstîkvan Vahideh Mohammadifar. Polîsan diyar kirin ku her du jî bi îşkenceyê hatine qetilkirin.    Polîsên Îranê têkildarî bûyerê daxuyanî dan û wiha gotin: “Ev bûyer ji hêla kesên nayên zanîn ve û bi awayekî nayê zanîn pêk hatiye. Hêj jî sedema cînayetê nayê zanîn. Delîlên heyî nîşan didin ku ev cînayet bi çekên sar û li stû û hinek deverên laş hatine xistin û di encama birîndarbûnê de çêbûye.”    Fîlmên derhêner Mehrjouî yên li seranserî cîhanê navdar ev in: Çêlek, Xeleka Mînayê, Kirêgir, Hamun, Leyla, Dara Hirmiyê, Santûrvan û Lamînur. Lîstikvan Vahideh Mohammadifar jî di gelek fîlmên navdar de lîstibû.