Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê 2023-10-15 10:22:31 ENQERE - Kongreya mezin a Partiya Çepên Kesk ku bi dirûşma “Ji bo azadiyê” tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran kesan bi coşeke mezin dest pê kir.    Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li da dixe. Ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Ji ber ku li eywanê cih tunebû, bi hezaran kes li derveyî eywanê man. Bi hezaran kesên li ber deriyê eywanê disekinin, li ber ekranên mezin kongreyê dişopînin. Welatiyên li pêşiya eywanê çepikan lê didin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” olan dide. Coşa li pêşiya eywana kongreyê bi gerandina govendê didome û heman coş li hundirê eywanê jî dest pê kir.    PIRSGIRÊKA KURD Û TECRÎD    Eywana kongreyê bi alayên Partiya Çepên Kesk û dirûşmên kongreyê hate xemilandin. Li eywana kongreyê pankartên ku li ser dirûşmên “Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk”, “Na ji tecrîdê re aştî a niha”, “Destûr Bingehîn a demokratîk” û “Ne avhewayê lê pergalê biguherîne” hatin daliqandin.    Delegeyan di nava demekî kin de li eywanê cihê xwe girtin. Dê di hilbijartinên nîvro de nêzî 800 delege dengê xwe bidin. Dê lîsteyên endamên Meclisa Partiyê (PM) û hevserokên giştî bên hilbijartin. Dê PM 80’ê jê esil, 35 jê cihgir û 10 jê fahrî bi giştî ji 125 kesan pêk bê. Di kongreyê de her wiha dê endamên Lijneya Disiplîna Navendî û Lijneya Lihevhatinê jî bên diyarkirin.    Rojeva sereke ya kongreyê çareseriya demokratîk a di pirsgirêka kurd de, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destûra bingehîn in.    RUHÊ TIFAQÊ DI KONGREYÊ DE YE   Nûnerên gelek partiyên siyasî tev li kongreyê bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giiştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan û Cahît Kirkizak, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevberdevkên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugur, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê berê Bariş Atay, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û gelek navên din di kongreyê de amade bûn. Li er navê Partiya Çep Îlknûr Beşer, li ser navê Partiya Gel a Komarê (CHP) Cîgira Serokê Giştî Devrîm Bariş Çelîk,  Parlamentera Partiya Devayê ya Stenbolê Evrîm Rizvanoglû, li ser navê Partiya Pêşerojê Kanî Torun, Parlamenterê Partiya Saadetê Necmettîn Çalişkan, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê (TSÎP) Turgut Kocak, Partiya Karkerên Sosyalîst ên Şoreşger (DSÎP), Kaldiraç, Halkevlerî û Alinteri tev li kongreyê bûn.    PARTIYÊN KURDISTANÎ TEV LI KONGREYÊ BÛN    Her wiha Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Dmeokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Ocaxên Çandê yên Rojhilat ên Şoreşger jî tev li kongreyê bûn.    Her wiha eleqeyeke zêde ya rêxistinên ked û pîşeyî jî ji bo kongreyê hebû. Nûnerên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên sendîkayên girêdayî wê jî tev li kongreyê bûn.    EYWAN JI BO ABDULLAH OCALAN LI SER PÊYAN E   Di kongreyê de ji ewil endamên dîwanê hatin hilbijartin. Meral Daniş Beştaş ku ji bo serokatiya dîwanê hate hilbijartin, wiha got: “Ji Mûglayê heta Amedê, ji Amedê heta Erziromê hûn tevek bi xêr hatin. Hûn ji rêyeke zehmet hatin, gelek bi xêr hatin. Dijmin hewl didin têkoşîna me ya azadiyê tune bikin. Lê hêza tu kesî bi têra vê nake. Tu kes nikare meşa me ya azadiyê bifetisîne. Têkoşîna me çavkaniya xwe ji dîrokê digire. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî vê têkoşînê bidomînin. Em ji vir hezaran silavan bo zindanan dişînin. Ez jî ji vir silavan bo Kişanak, Yuksekdag, Demîrtaş û Tuncel dişînim. Silavên xwe pêşkeşî Edîrneyê, Kandirayê dikin. Bi sedan, bi hezaran hevalên me li girtîgehan têdikoşin. Têkoşîna hevalên me yên li girtîgehan roj bi roj mezintir dibe.”    Dema Beştaş got “Em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin”, beşdar bi yekcarê rabûn ser pêyan û li çepikan da û dirûşma “Bijî SErok Apo” berz kir. Beştaş, bertek nîşanî tecrîdê da. Vêcarê jî beşdaran bi yek dengî bertek nîşanî tecrîdê dan.    Beştaş, wiha domand: “Niha tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan heye. Em ê vê tecrîdê têk bibin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve dê azad bibe. Baweriya me bi gelê me û têkoşîna wan tê. Em dibêjin ‘Na ji tecrîdê re erê ji azadiyê re.’ Em ê li dijî polîtîkayên qirêjî, wekhevî û xwişk-biratiya gelan biparêzin. Em niha li gel xelkê Filistînê ne ku di bin êrişan de ye. Êrişên li dijî gelê kurd berdewam dikin. Dagirker hewl didin rengê me, dengê me û zimanê me ji holê rakin. Em silavên xwe ji bo hevalên xwe yên di nava van şert û mercên giran de têdikoşin dişînin. Me tu carî serî li ber zilmê netewand û dê netewînin. Ev kongreya me ji bo azadiyê ye.”    Ji endamên dîwanê Mûrat Çepnî jî wiha got: “Em dîsa ji bo azadiyê, ji bo demokrasiyê li gel hev in. Ji bo me tevan qewet be. Em ê bi ser kevin, teqez dê bi ser kevin.”    Piştî axaftina hevserokên dîwanê, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin.    Kongre, bi axaftinan dom kir.