Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin 2023-10-15 16:44:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi çekên giran û bi helîkopteran Çiyayê Metînayê bombebaran kir.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk bi çekên giran û helîkopteran Çiyayê Metînayê yê li çoltarê Amediye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. Piştî bombebaranê, li herêmê dûkêl rabû. Têkildarî encamên êrişê heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.