Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin 2023-10-15 18:11:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li zozanên Binarê Qendîlê pasdarên Îranê êrişî çend şivananên li ber pez bûn kirin û di encamê de şivanek hate kuştin, du jî birîndar bûn.   Li gorî nûçeya RojNewsê; danê sibehê pasdarên Îranê li zozanên Binarê Qendîlê êrişî 3 şivanên li ber pez bûn kirine. Li gorî agahiyan di encama êrişê de şivanek bi navê Hemed Xidir yê xelkê gundê Rezge ya ser bi bajarokê Jarewa ya ser bi Herêma Pişder ya girêdayî Silêmaniyê, hatiye kuştin.   Li gorî heman agahiyan du şivanên din ên bi Hemed Xidir re jî birîndar bûne. Hat zanîn ku cenazeyê Xidir li aliyê rojhilatê Kurdistanê tê ragirtin û xizmên wî ji bo wergirtina cenaze berê xwe dana Îranê.