Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin 2023-10-16 09:49:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin.  Serokatiya Veguherandina Bajar a di bin sîwana Wezareta Hawirdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê de hate damezirandin. Biryar, bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin.   Di biryarnameya hatiye weşandin de armanca ji vê serokatiyê wiha hatiye vegotin: “Dê li qadên di bin xetereya karesatê de û erse û zeviyên li derveyî van qadan lê xetere li ser heye sepanên veguherandina bajar bimeşîne.”   Serokatî dê ji 3 midûriyetên giştî, 7 serokatiyên daîreyan, muşawirtiya hiqûqê û mişawirtiya têkiliyên bi gel re pêk tê.