Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye 2023-10-16 10:34:27 AMED - Rêveberê MED-DER'ê Mazhar Aktaş diyar kir ku ew perwerdeyê hem online hem jî rû bi rû didin û ji bo serdema nû ya perwerdeyê ev bang kir: “Serlêdanên ji bo qursan berdewam in. Dema bidawîbûna qeydan nîne û kengî bixwazin dikarin serî lê bidin. Deriyê me bi şev û roj vekirî ye.”   Qeydên qursên zimanê kurdî yên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) berdewam dikin. Di qursan de ji perwerdeya bi zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilî tên dayîn. MED-DER, bi mamosteyên xwe yên xwedî tecrûbe ve dest bi serdemeke nû ya hînkirina zimanê kurdî dike. Komeleyê diyar kir ku heke daxwaz hebe, dê polekê jî ji bo zaravayê soranî vekin.    Rêveberê MED-DER’ê Mazhar Aktaş têkildarî serdema nû ya perwerdeyê û serlêdanên qeydê kir.    ‘ELEQEYEKE MEZIN JI BO KURDÎ HEYE’   Aktaş, diyar kir ku di salên dawî de zimanê kurdî gelek pêş ketiye. Aktaş, da zanîn ku tevî bêdewletbûn û nefermîbûna zimanê kurdî ya li Bakur jî, gelek gavên mezin hatine avêtin û ferhenga Zana Farqînî weke mînak nîşan da. Aktaş, axaftina xwe wiha domand: “Di Wîkîpediayê de zimanê kurdî di nava zimanên cîhanê de bû 8’emîn zimanê herî dewlemend. Zimanê kurdî ji zimanê gelek dewletan pêşketîtir û dewlemendtir bûye.”   ‘LI GELEK DEVERÊN CÎHANÊ ELEQEYEKE MEZIN JI BO KURDÎ HEYE’   Bi domdarî Aktaş anî ziman ku weke saziyeke ziman û lêkolînê her ku dixebitin bêhtir ferq dikin bê ka bi zimanê kurdî çawa hatiye lîstin û wiha pê de çû: “Tevî ewqas polîtîkayên pişaftinê jî li ber xwe da û hêj li ser pêya ye. Dilxwazên ziman xwedî li zimanê xwe derketin û zimanê me heta îro anîn. Em di vî warî de xweşbîn in û ne reşbîn in. Pêşeroja zimanê me pir û pir baş e. Hema bêje li gelek deverên cîhanê eleqeyeke mezin ji bo kurdî heye.”   ‘KENGÎ BIXWAZIN DIKARIN SERÎ LI KOMELEYÊ BIDIN’    Di berdewamê de Aktaş bal kişand ser rêbaza hînkirinê ya komeleyê û ev tişt anî ziman: “Pêvajoya hînkirinê ji çar astan pêk tê. Asta çaremîn, asta mamostetiyê ye. Perwerdehî hem weke online hem jî rû bi rû tê dayîn. Serlêdanên ji bo qursan berdewam in. Dema bidawîbûna qeydan nîne û kengî bixwazin dikarin serî lê bidin. Deriyê me bi şev û roj vekirî ye. Mamosteyên me ji bo her kesên dixwazin zimanê xwe hîn bibin û pêş bixin amade ne. Serdema me ya nû dê di 15’ê mehê de dest pê bike.   ‘EM LI BENDA XWENDEKARÊN XWE NE’   Aktaş, got ku li gorî rewşa xwendekaran ew di nava hefteyê yan jî di dawiya hefteyê de perwerdeyê didin û axaftina xwe wiha qedand: “Her astek 3 mehan berdewam dike. Di halê hazir de li Bakur bi kurmancî û dimilî tê axaftin lewma em perwerdeyên van her du zaravayan didin. Lê heke ji bo soranî daxwaz hebe û serlêdan bên kirin, em dikarin pola soranî jî vekin. Her ku serlêdan zêde dibin em jî şad û bextewar dibin. Em di xizmeta gelê xwe û zimanê kurdî de ne. Em dixwazin bi şev û roj bixebitin. Divê gelê me bizane ku zimanê wan ne tenê zimanê kolanan e. Zimanê zanistê û her qadên jiyanê ye. Em li benda xwendekarên xwe ne.”   MA / Bazîd Evren