Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin 2023-10-16 13:31:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Deryaya Egeyê keleka ku penaberan vediguhezand noqî avê bû û 3 kes mirin.    Li Deryaya Egeyê li Girava Sombekî (Sîmî) a li hemberî Datçayê keleka ku penaberan vediguhezand noqî avê bû û di encamê de 3 kesan jiyaan xwe ji dest da. 8 kes hatin rizgarkirin û hat gotin 13 penaber di kelekê de bûne.    Li gorî nûçeya Televîzyona Dewletê ya Yewnanistanê ERT’ê; kesên hatine rizgarkirin agahiya ku 13 kes di kelekê de hebûne dane.    Ji bo 2 penaberên winda bûne xebata rizgarkirinê didome.