Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin 2023-10-17 09:46:42 MÊRDÎN - Şaneşîn Performans a li Mêrdînê xebatê xwe dike, ji bo kurdî şanoyê dikin bi astengkirina eywana şanoyê re re rû bi rû ma û li ser vê yekê eywana xwe ava kir. Endamê Şaneşîn Pefromansê Şêrko Janzêm got: “Heke em xwedî li hev dernekevin kes li me xwedî dernakeve.”  Komek ciwanên ku di sala 2020’an de ji bo tevkariyê li şanoya kurdî bikin û bi kurdî şanoya hilberînin hatin gel hev. Ji sala 2022’yan û vir ve li bajarê Mêrdîn û bakurê Kurdistanê bi navê Şaneşîn Performans dest bi pêşandana lîstikên xwe kirin. Komê heta îro 3 lîstikên bi navên "Becir", "Penceşêr" û "Înfaz" derket pêşberî temaşevanên xwe. Li dijî qedexeya şanoya kurdî gelek caran bi astengiyan re rû bir û man. Komê demek berê biryar da ku şanoyên xwe ava bikin. Endamên komê çalakî pêk anîn û ewil ji bo eywana ku dê ava bikin cihek kirê kirin. Piştre endamên komê destên hev girtin û eywan ku di her qonaxê de ew bi xwe lê xebitîn amade kirin.    Şaneşîn Performans hewl dide ji bo her parçeyek Kurdistanê bi dirûşma “Ji Çaran yek” lîstikek amade bike. Komê ji bo rojhilatê Kurdistanê lîstika bi navê “Înfaz” amade kir û li ser dika xwe nîşanî şanohezan da.   LI DIJÎ KÊMASIYÊ HATIN GEL HEV    Ji avakarên Şaneşîn Performansê Şêrko Janzêm bi bîr xist ku mamosteyên kurdî û kesên bi şanoyê ve eleqedar dibûn wek komekî civiyane û got: “Me li Mêrdînê didît ku di warê şano, xebatên çand û hunerî de kêmasiyek heye. Me li ser vê yekê komek ava kir. Me biryar da ku em ê şanoyêbikin. Lîstika me ya ewil Becir bû. Me di sala 2021’ê de derxist. Em li 13 cihan derketin ser dikê. Piştre me Perneceşer amade kir. Em li gelek bajarên Kurdistanê û li ODTU’ya Enqereyê derketin ser dikê.”    LI DIJÎ ASTENGIYAN SAHNEYA ALTERNATÎF AVA KIRIN   Şêrko Janzêm diyar kir ku li Mêdînê hewceyî bi dikek ango sehneyek alternatîf heye û wiha got: “Ji bo em derkevin ser dikan me gelek caran destûr digirt. Me jî li ser vê yekê got, ‘çima sahneya me nîne û em sehneya xwe ava nakin’. Me ewilî vir kirê kir. Me di 6 mehan de hewl de vir temam bikin. Paşê me dest bi bilêtên kombine kir. Gelek kesan destek da kampanya me. Me hêdî hêdî dest pê kir û eywana xwe ava kir. Li Mêrdînê eywan nebû. Şaredariyê eywan nedida şanoya me. Zanîngehê jî eywana xwe nedida me. Eywanên taybet jî gelek biha bûn. Li ser vê yekê em jî rabûn me vê sehneya xwe çêkir. Em ê li vir cih bidin sinemaya alternatîf jî. Em ê li vir cih bidin çalakiyên çand û ziman.”    KELACANA WAN DIDOME    Janzêm destnîşan kir ku wan bi kelecanek mezin dest pê kiriye û wiha axivî: “Dema me eywana xwe ava dikir, hestên pir ezamet bi me re çêbûn. Dema em nû derketin ser dikê, em ewqas ne bi kelecan bûn. Me dixwest em tiştekî çêkin û bêqisûr be. Hê jî kelecana me didome.”   ‘EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN’    Janzêm anî ziman ku divê xebatkarên çanda kurd û gel xwedî li hev derkeve û got: “Heke em xwedî li hev dernekevin wê kes xwedî li me dernekeve. Kes nayê ji me re eywanekê venake. Eşkere dikarim bêjim, ji bilî me kes xwedî li me dernakeve.”   JI BO HER PARÇEYÊ LÎSTIKEK    Janzêm da zanîn ku wan lîstika “Înfaz” diyarî rojhilatê Kurdistanê kiriye û wiha got: “Me xwest em ji bo her parçeyekê lîstikek amade bikin. Me xwest em bi lîstikan silavê bidin parçeyên din ên Kurdistanê. Perneceşer qala kolonyalîzmê dike. Me hewl da em qala Bakur bikin. Paşê şoreşa li Rojhilat xwe da der û me hewl da em wir silav bikin. Belkî kêmasiyên me hebin lê dîsa jî me hewl da em qala wir bikin. Em ji bo kurd û Kurdistanê şanoyê dikin. Em ê her çar lîstikên xwe amade bikin û em ê bêjin 4 parçe yek e.”    MA / Ahmet Kanbal