Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin 2023-10-17 10:21:18   WAN - Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz bi hinceta “kar û barên fermî” li Hewlêrê tê rawestandin.    Rojnamevan Necmedîn Salaz roja 14’ê cotmehê li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê ji ber nexweşiya lê peyda bûbû, koça dawî kiribû. Duh ji bo cenaze merasîm li Silêmaniyê hat kirin û ji bo bispêrên axê cenaze oxir kirin Wanê. Cenazeyê Salaz bi hinceta “kar û barên fermî” temam nebûne, li Hewlêrê tê rawestandin. Tê payîn ku malbat di nava rojê de kar û barên fermî temam bike û cenaze bîne Wanê.    Tê payîn piştî temamkirina kar û barên fermî cenazeyê Salaz îşev bigihîje Wanê û sibê li Goristana Akkopruya Wanê bê veşartin.