Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan 2023-10-17 18:32:28   ÊLIH- Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê ya berê û Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Can ku bi beyanên şahidê eşkere Umît Akbiyik hatibû girtin, di danişîna yekem de hat berdan.    Ji ber beyanên şahidê eşkere Umît Akbiyik li Amedê û 20 bajarên din gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin û girtin yek jê jî Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê û Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Can bû. Can di danişîna ewil de hat berdan.    Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Êlihê hat lidarxistin. Can ji Girtîgeha Amedê ya Jinan û parêzera wê Gîzem Mîran bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Parêzerê wê yê din Necmî Acara jî li hêwana danişînê amade bû.    Parêzeran diyar kir ku muwekîla wan Can siyasetmedar e û beyanên şahidê eşkere ne şênber in û xwestin muwekîla wan bê berdan. Dadgehê jî daxwaza berdanê qebûl kir û Canê bi şertê kontrola edlî berda.   Dadgehê danişînê taloqî 30'yê Mijdarê kir.