Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin 2023-10-17 21:34:30   ENQERE - Di meclîsa tirk de tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor hat qebûlkirin.   Tezkereya ku ji bo dirêjkirina rayeya ji bo şerê derveyî sînor ê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo Serokkomarê tirk 2 salên din hatiye dayîn, pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisê hat kirin.   Piştî nîqaşên li lijneyê, biryara şer a ji bo dengdanê hat dayîn. Tezkere bi dengên parlamenterên AKP-MHP, ÎYÎ PARTÎ, Partiya Saadetê, Partiya Pêşerojê û Partiya Dewa hat qebûlkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û CHP’ê yên beşdarî dengdayînê bûn dengê "na" dan. Li gorî vê yekê 357 parlementeran dengê “erê” û 164 parlementeran jî dengê “na” dan.