Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê 2023-10-18 08:40:16   WAN - Cenazeyê rojnameger Necmettîn Salaz ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, gihişt Wanê. Cenazeyê Salaz dê li Goristana Akkopru ya navçeya Tûşbayê bê definkirin.    Rojnameger Necmettîn Salaz di 14’ê cotmehê de li nexweşxaneyeke Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Salaz gihişt Wanê. Cenaze, di saetên êvarê de anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê û ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Piştî bidawîbûna karê otopsiyê, cenaze anîn Wanê. Cenazeyê Salaz dê piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Boyalarê, li Goristana Akkopruyê ya navçeya Tûşbayê bê definkirin.    Malbata Salaz dê şîna xwe li Mala Şînê ya Mizgefta Hayretiye ya Berê ku li ser Rêya Kaleyê ye deyne.