Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin 2023-10-18 10:43:46 AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku divê mîna êrişên li dijî Filistînê, li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî deng were derxistin û wiha got: “Divê her kes bi dengekî bilind daxwaza aştiyê bike.”  Piştî êrişa di 1’ê cotmehê de ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Di êrişên ku ji 4’ê cotmehê ve destpêkirin de binesaziya herêmê û qadên sivîlan hedef hatin girtin û bombebarkirin. Di êrişan de gelek sivîl hatin qetilkirin. Îktîdara ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan hedef digire, balkêşe ku bertekê nîşanî hedefgirtina sivîlan a li Filistîn-Îsraîlê dide.    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku divê hemû kes daxwaza aştiyê bike.    ÊRIŞ Û PIRSGIRÊKA KURD    Yilmaz, diyar kir ku sedema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlan neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên ewlekariyê ne û wiha got: “Tirkiye qala aştiya bi cîranên xwe re dike lê kurdan her tim li derveyî vê digire. Her tim êrişî hinek deverên Sûriye û Iraqê dike. Ziyana dide wê derê jinedîtî ve tê. Weke hemû kesên li wan deveran dijîn şervan bin û jiyaneke civakî tune be nîşan didin. Her tim têgeha ‘hêmayên terorê’ bi kar tînin. Hakan Fîdan got ku dê bendav, santralên ceyranê û hwd. hedef bigirin. Anku li xwe mikûr tê ku qadên sivîlan e. Jixwe di dîmenan de xuya dibe ku gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne.”    ‘DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN SER ROJAVA DENGÊ XWE DERXÎNIN’   Bi domdarî Yilmaz destnîşan kir ku divê di parastina mafan de cihêkarî neyê kirin û ev tişt anî ziman: “Êrişên niha Tirkiye li dijî Rojava pêk tîne, ji bo kesên daxwaza aştiyê dikn mîna kaxiza turnusolê ye. Erê rast e em naxwazin li tu devera cîhanê şer çêbibe. Em çawa êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê şermezar bikin, em çawa êrişên Hamasê yên li dijî sivîlan şermezar bikin, divê em êrişên li dijî Rojava jî şermezar bikin. Divê em daxwaza aştiyê ji bo her deverê bikin. Divê hem muxalefet hem jî kesên daxwazên wan ên bi vî rengî hene, li dijî êrişên ser Rojava dengê xwe derxînin.”    Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê derê şermezarkirina êrişên ser Filistînê pir hêsan e. Her kes dibêje piştgiriyê didin xelkê Filistînê. Lê li Rojava jî heman rewş heye. Berteka we ya li dijî Rojava derdixîne holê bê ka bi rastî jî hûn parastvanên mafên mirovan in an na, yan jî aştîxwaz in an na. Divê bêyî tirs hûn bikarin van êrişan şermezar bikin. Ev tê wê wateyê ku dewlet veguhere polîtîkayên aştiyan e. Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bêdeng e. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavan biavaêje. Hem li Rojava hem jî li Filistînê peywira xwe pêk nayîne. Divê maseya aştiyê ava bike û bi rola xwe bilîze.”      ‘DIVÊ MIROV DILWÊREK BE’   Yilmaz, got ku divê li dijî bêdengiya NY’ê her kes dengê xwe bêhtir bilind bike û axaftina xwe wiha qedand: “Banga me ew e ku li şûna van şer û pevçûnan, rêbazên guftûgo û muzakereyan bikevin meriyetê. Divê şer, pevçûn û operasyonên li derveyî sînor ên Tirkiyeyê bi dawî bibin û ji bo dîsa li ser aştiyê nîqaş bên kirin, raya giştî bê amadekirin. Ji bo ku aştî pêk bê û rê li ber girtina kuştina sivîlan, tişta ji destê me tê em ê bikin. Dema mirov vê dike jî hewceye dilwêrek be.”    MA / Eylem Akdag