Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin 2023-10-18 15:30:26   AMED - Di danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Farisogûllari de bi hinceta sê tawanbariyên cuda bi giştî 26 cezayê hefsê hate xwestin.    Derheqê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê yê berê Mûsa Farisogûllari de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “Gel ji bo çalakî û xwepêşandanên derqanûnî sor kiriye” û “Bêçek tev li çalakî û meşên derqanûnî bû û tevî hişyariyê jî bi xwe belav nebû” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Farisogûllari û parêzerên wî tev li danişînê nebûn.    HER TIŞT SÛC E!   Dozger, mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Dozger got ku Farisogûllari di Komîsyona Dîplomasiyê û Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtiye û îdia kir ku tev li 38 çalakiyên dikevin ber sûcê “propagandaya rêxistinê” bûye. Her wiha dozger îdia kir ku Farisogûllari li ser fermana rêxistinê tev li merasîmên cenazeyan, serdana goristanan, şîn û daxuyaniyan bûye û îdia kir ku ev di çarçoveya sûcê “endamtiya rêxistinê” de ne. Dozger, got ku di dema greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hewl daye bikeve avahî û li hemberî polîsan li ber xwe daye, tev li daxuyaniyên têkildarî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bûye, tev li protestoyên li dijî tayînkirina qeyûman bûye û îdia kir ku bi vê yekê “sûcê muxalefeta li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşan” kiriye. Her wiha dozger îdia kir ku Farisogûllari di sala 2019’an de tev li 8 çalakiyan bûye û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parvekirin kiriye û ev îdia kir: “Li gorî armancên rêxistinê tevgeriyaye.” Her wiha ji bo axaftina Farisogûllari û parvekirinên wî jî dozger îdiaya “li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye” kir.    26 SAL CEZAYÊ HEFSÊ XWEST    Dozger, ji bo îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan, ji bo îdiaya “Propagandaya rêxistinê” ji salek û 3 mehan heta 7 sal û 6 mehan, ji bo îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşên girseyî” ji salekî heta 3 salan cezayê hefsê xwest. Dozger, xwest ku ceza were zêdekirin.    DANIŞÎNA BIRYARÊ DI 1’Ê KANÛNÊ DE YE   Dadgehê jî biryar da ku ji bo parastinê heta rûniştina din demê bide Farisogûllari û parêzerên wî û danişîna dozê taloqî 1’ê kanûnê kir.