HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin 2023-10-18 16:06:27   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr a di çalakiya protestoyê ya li ber Konsolosxaneya Îsraîlê de axivî, bang kir ku ji bo êrişên qirkirinê bên rawestandin divê têkiliyên bi Îsraîlê re bên qutkirin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê li ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya li navçeya Beşîktaş a Stenbolê şermezar kir. Tevî HDK’ê, Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Karkeran (EHP) û Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseya li ber metroya Leventê hate gelhev bi pankarta “Bila mêtîngeriya Îsraîlê têk biçe bijî Filistîna azad” ber bi Konsolosxaneya Îsraîlê ve meşiya. Di meşê de her tim dirûşmeyên “Bi peyman bi dawî bibin ji Îsraîlê re boykot” û “Îsraîl bicehnime ji Rojhilata Navîn” hatin berzkirin.    ÊRIŞA FILISTÎNÊ Û TEZKERE    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, anî ziman ku bi armanca bêmirovkirinê bi rojane Gaze tê bombekirin. Demîr, bal kişand ku Îsraîlê Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst hedef girtiye û bi sedan Filistînî qetilkirine û wiha got: “Amerîka û hêzên emperyalîst piştigiriya êrişên Îsraîlê dikin. Hêzên emperyal bi awayekî aşkere piştgiriya vê qirqirinê dikin.”   Demîr, anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd, li Gazeyê jî filistînî di bin gefa qirkirinê de ne û wiha got: “Rejîma Qesrê ku heman tiştên rejîma Siyonîst li Gazzeyê dike, ew li Rojava dike, dixwaze hestiyariya gelên me ya li hemberî Filistînê ji bo nixumandina sûcên xwe bi kar bîne. Li aliyekî di bingeha biratiya olî de ji pirsgirêka Filistînê sûdê werdigire li aliyê din hevkariya xwe ya kar a bi Îsraîlê re didomîne. Di heman dema bombekirina El Ehil de, lîderên partiyên mûxalîf ên ku careke din dengê xwe dan tezkereya paqijkirina etnîkî ya li Rojava, qala doza Filistînê jî dikin. Ji bo ku awiran ji ser xwe biavêjin gotinê tînin ser sûcên şer ên Îsraîlê.”   DESTNÎŞANKIRINA WEKHEVÎ Û AZADIYA BI HEV RE    Demîr, destnîşan kir ku divê pêşî li karesata li Gazeyê bê girtin û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka Filistînê ne pevçûneke olî ye. Gelê Filistînê ne li dijî cihûyan li dijî rejîma siyonîst a serdest a cihû têdikoşe.” Demîr anî ziman ku AKP’a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî kurdan tezkereyê derdixîne, di dema desthilatda xwe ya 21 salan de asta bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re ji sedî 532 zêde kir û bi lêv kir ku Tirkiye bi pirsgirêka Fîlîstînê ji bo “xapandina gelan”  bi awayekî sextekarî bi kar tîne. Demîr axaftina xwe wiha domand: “Weke hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, ji Filistînê heta Kurdistanê em bawer dikin û destekê didin wan ku tevahiya Rojhilata Navîn bibe mala konfederal a demokratîk a jiyana wekhev û azad a netewe û gelan.” Demîr, bang kir ku ji bo êrişên qirkirinê bên rawestandin divê têkiliyên bi Îsraîlê re bên qutkirin û destnîşan kir ku piştgiriyê didin berxwedana gelê Filistînê.