Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir 2023-10-18 17:46:14   AMED – Amedsporê li deplasmanê Karamnsporê 2-1 têk bir û di komê de cihê xwe yê li rêza yekemîn parast.   Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de dilîze, di hefteya 8'an a lîgê de li deplasmanê bû mêvanê Karamansporê. Amedsporê di nîveka ewil de 2 gol avêtin.    Amedspor di deqeya 8'an de bi gola Berk Îsmaîl Unsal 1-0 ket pêşiyê û di deqeya 44'an a maçê de bi gola duyan a Unsal 2-0 ket pêşiyê. Di nîveka duyan a maçê de, di deqeya 90'î de lîstikvanê Karamansporê Nadîr Çîftçî di penaltiyê de golek avêt û maç bû 2-1.   Maç 2-1 bi serketina Amedsporê bi dawî bû. Amedspor bi vê maçê pûanê xwe kir 22 û di komê de cihê xwe yê li rêza yekemîn parast.   Walîtiya Karamansporê beriya maçê biryar dabû ku alîgirên Amedsporê nekevin qadê.