NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane 2023-10-19 10:07:24 NAVENDA NÛÇEYAN - NPG’ê diyar kir ku endamên wan ên HPG û YJA Starê yên li Kampa Mexmûrê bi temamî vekişiyane.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên HPG û YJA Starê yên li Kampa Mexmûrê bi temamî ji wir vekişiyane. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk hatin bibîrxistin û hat gotin ku endamên HPG û YJA Starê ji bo parastina xelkê kampê ji êrişên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de hatibûn herêmê.    Bi domdarî NPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan ji meha îlonê heta niha qedeme bi qedeme xwe paşve dikişînin û ev agahî da: “Niha li Kampa Penaberan a Mexmûrê tu hêzên me nema ne.”