Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin 2023-10-19 10:39:08 ÎDIR - Li Îdirê derket holê ku 6 mêran nêzî 4-5 mehan tecawizî zarokekê kirine û bi darê zorê fuhûş pê dane kirin.   Li navenda Îdirê derket holê ku zarokekê bi tecawiz û fuhûşê re rû bi rû maye. Li gorî nûçeya JINNEWS’ê ji ber şantaj û gefan zarokê nikariye bûyerê ji malbata xwe re vebêje. Ji ber ev gef berdewam kirin zarok di 27’ê îlonê de çû Midûriyeta Polîsan a Îdirê û behsa tiştên ku jiyane kir. Di îfadeyên miduriyeta polîsan û dozgeriyê de hat zanîn ku 6 mêr nêzî 4-5 mehan destdirêjî li zarokekê kirine û bi şantajê fuhûş pê dane kirin.    GILIYÊ 6 KIRYARAN KIR   Zarok di îfadeya xwe de destnîşan kir ku ji aliyê mêrên bi navên Ferhat Angay, Onûr Begeç, Vedat Gîden, Cebraîl Yildiz, Murat Altûn û Alîcan Begeç ve bi tecawizê re rû bi rû maye û giliyê kiryaran kir. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê jî giliyê kiryaran kir.   DI RAPORÊ DE TECAWIZ DERKET HOLÊ    Di heman demê de di mûayeneya nexweşxaneyê de jî derket holê ku zarok bi tecawizê re rû bi rû maye. Kiryaran di îfadeyên xwe yên miduriyeta polîsan û dozgeriyê de tecawiz û şantaj qebûl nekirin.    Piştî îfadeyên dozgeriyê di 27’ê îlonê de kiryar Onûr Begeç, Alîcan Begeç, Vedat Gîden û Mûrat Altûn bi sûcê “Îstîsmara zayendî ya li zarok” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa S ya Îdirê. Kiryar Ferhat Angay jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Pişt re ji aliyê parêzerên zarokê ve ji bo kiryar Ferhat Angay bê girtin serlêdan hate kirin. Hate diyarkirin ku ji ber kiryar Cebraîl Yildiz jî winda ye hîn îfadeya wî nehatiye girtin.   Hate zanîn ku piştî zarok xistine bin parastinê.