Jina 58 salî hate binçavkirin 2023-10-19 13:08:21   ÊLIH - Welatiya 58 salî ya bi navê Mekiye Saglam îro li Êlihê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Polîsan îro di danê sibehê de bi ser mala welatiya bi navê Mekiye Saglam (58) a li Taxa Tîlmerç a navenda Êlihê de girtin û Saglam binçav kirin. Hat zanîn ku Saglam bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.    Di dema lêgerîna li malê de polîsan dest danîn ser wêneyê Pelda Saglam (Arîn Dêrsim) ku di şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû.