Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde 2023-10-19 13:41:58   ŞIRNEX - Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde bandoreke neyînî li jiyanê kir.    Barîna baranê û mija zêde li navend û navçeyên Şirnexê bandoreke neyînî li jiyanê kir. Barîna baranê ya duh bi şev dest pê kir, îro jî berdewam kir. Dora saetên nîvro jî mij derket holê. Ji ber mija zêde mesafeya dîtinê heta 15-20 mîtroyan jî ket.