Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da! 2023-10-19 14:35:03 EDENE - Girtiyê bi navê Şehmûz Emen ku li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, li ber kamerayan hatibû îşkencekirin û doz hatibû vekirin. Dadgehê îdia kir ku hêmayên “sûcê îşkenceyê” tune ne û ji bo 5 gardiyanan biryara beraetê da.    Girtiyê bi navê Şehmûz Emen ku li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, di 22’yê sibata 2022’yan de li ber kamerayan hatibû îşkencekirin. Ji ber îşkenceyê, derheqê gardiyanên bi navên Çagatay Şîmşek, Hasan Gokçe, Hîdayet Cankurt, Reşît Deprem û Yucel Morali de bi sûcê “Îşkence kirine” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hate lidarxistin. Hinek bersûc, Emen û parêzerên aliyan di danişînê de amade bûn.    'ME DERB NEKIR’    Dozger, mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û xwest ku bersûc ji ber sûcê “îşkenceyê” bên cezakirin. Bersûcan jî li dijî mutalaayê parastina xwe kirin û îfadeyên xwe yên berê dubare kirin. Bersûcan îdia kirin ku cilên Emen jê nekirine, wî bi xwe cilên xwe derxistine, derb nekirine, bûyera rijandina avê nedîtine û daxwaza beraeta xwe kirin. Parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku tev li mutalaaya dozger nabin û xwestin miwekîlên wan beraet bikin.    'BILA BERSÛC BÊN CEZAKIRIN’   Emen jî di danişînê de li dijî mutalaayê îfade da û got ku tev li mutalaayê dibe. Emen, got ku li cihê ku kamera nabînin hate derbkirin, li odeya çavdêriyê hatiye derbkirin, cilên wî ji ber hatine kirin, av li odeyê hatiye reşandin û şûşeyê pet avêtine wî. Emen, destnîşan kir ku ji ber derbkirinê, êdî baş nabihîse û xwest ku kesên ezyet li wî kirine bên cezakirin.    DADGEH: HÊMAYÊN SÛC ÇÊNEBÛNE   Şandeya dadgehê jî îdia kir ku hêmayên sûcê “îşkenceyê” çênebûne û ji bo gardiyanan biryara beraetê da.