Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn 2023-10-19 15:01:51 SÊRT - Ji bo kesên bi navên Abdulhamît Ş. û Huseyîn T. ku li navçeya Berwariyê bi sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” dihatin darizandin biryara beraetê hate dayîn.  Kesên bi navên Abdulhamît Ş. û Huseyîn T. li navçeya Berwarî ya Sêrtê du salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kirin û doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hate lidarxistin.    Parêzerên zarokê û dayik û bavê wê, parêzera Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Sêrtê, faîl Abdulhamît Ş. û Huseyîn T. û parêzerên faîlan di danişînê de amade bûn. Di heman demê de Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Sêrtê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî danişîn şopandin.    Dozgeriyê di danişîna 5’ê cotmehê de mutalaaya xwe dabû û xwestibû ku bersûc ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” bên cezakirin. Dozger, heman mutalaa dubare kir. Parêzerên zarokan jî gotin ku tev li mutalaayê dibin û xwestin bersûc bên cezakirin.    Piştre jî parêzerên faîlan mafê axaftinê girtin, gotin ku tev li mutalaayê nabin û xwestin daxwazên ji bo girtinê bên redkirin.    Dadgehê, navberekê kin da û piştre jî biryara xwe da. Dadgehê, îdia kir ku delîl kêm in û biryara beraetê da. Piştî biryarê, dayika zarokê krîza hêrsê derbas kir.    PIŞTÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ HATE DAYÎN    Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Sêrtê piştî biryarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parêzer Sîbel Guneş Tardu wiha got: “Tevî mutalaaya dozgeriyê jî dadgehê biryareke ku wijdana mirovan diêşîne da. Bi nêzikatiyeke zayendperest û nêrza nêz bû û tawanbariyên li mexdûrê tên kirin esas girt. Bi vê biryarê re baweriya civakê ya bi edaletê hilweşand. Zaroka 13 salî rastî îstîsmara zayendî ya biwesf hat. Tiştekî mimkin nîne ku ev zarok rastiyê nebêje. Lê dadgehê guh neda îfadeyên mexdûrê û îstîsmarkar parast. Em ê li dijî vê biryarê îtîraz bikin. Ji ber ewlehiya can, zarok li cihekê din tê ragirtin. Weke Komîsyona Mafên Zarokan a Sêrtê em ê serî li îstînafê bidin.”