ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-20 09:00:05   * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan diyar kir ku di demên berê de ji bo partiya xwe avahî peyda nedikirin lê di halê hazir de hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê hatine astekî girîng û wiha got: “Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi gel re ava bikin.”    * Rojnameger Xeznê Nebî ya ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê geşedanan dişopîne, diyar kir ku dewleta tirk çavkaniyên aborî yên gel hedef digire û got: “Tenê li Hesekê zêdetirî 2 mîlyon kesî ji qutkirina avê zirar dîtine. Zêdetirî 4 mîlyon û 2 hezar mirov ji vê rewşê bandor bûne. Armanca dewleta tirk ji holê rakirina pergala netewa demokratîk û felçkirina Rêveberiya Xweser e."    * Xwendekaran bertek nîşanî bihabûna fiyeta xwarinên li xwaringehên zanîngehan dan û gotin ku fikarên wan ên aboriyê bandorê li jiyana wan a perwerdehiyê dike.    * Şaredariya AKP'î ya Artemêtanê li navenda navçeyê "Kafeya Biskilêtê" çêkiribû. Di rapora pêzaniyê de ya der barê vê kafeyê de ku bûbû cihê bertekên mezin, hat diyarkirin ku kafe li dijî qanûna îmarê hatiye çêkirin.    * Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya SGDF'ê Muslum Koyûn ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hat girtin, 5 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û hemû serlêdanên wî yên hevdîtina bi hevalên wî re tên redkirin.    * Di êrişên dawî yên Tirkiyeyê de yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 4 zaroka hatin qetilkirin û 10 zarok jî bi giranî birîndar bûn. Parêzvanên mafên zarokan diyar kirin ku Tirkiye bi van êrişan mafê jiyanê yê zarokan binpê dike.    * Di ser kuştina Aydin Dere re 23 sal derbas bûne, lê hê jî kiryarên wî nehatine dîtin. Dere gava li Gokçeadayê leşkeriya mecbûrî dikir hatibû îdiakirin ku xwe kuştiye, lê paşê bi delîlan hatibû piştrastkirin ku Dere hatiye kuştin.    * Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê Erdal Îper şev û roj alîkariya maxdûrên erdhejê kir û di 8'ê adarê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Îper bi lêv kir ku xew ji wî re tune bûye û heta jiyana xwe ji dest daye alîkariya maxdûrên erdhejê kiriye.    * Psîkolog Mesût Aslan, anî ziman ku bêdengiya li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bû sedem ku belavî Tirkiyeyê bibe û destnîşan kir ku divê refleksa civakî ya li dijî tundiyê jinûve bê bidestxistin.    * Mîkaîl Kirbayir diyar kir ku 43 sal in ew ji birayê xwe Cemîl ku di binçavan de hat windakirin têdikoşe û ji bo Qada Galatasarayê got: “Ev der cihê hev helalkirina me ye, cihê lêgerîna edaletê ye.”    * Meclisên Jinan ên HEDEP û HDP'ê dê Konferansa Jinan a Herêma Amedê li Ewyana Dawetê ya Ayazê lidar bixin. (09.30) ZINDÎ   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê dê têkildarî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê û Filistînê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bide. Şaxên ÎHD'ê jî wê li dijî êrişan name ji Neteweyên Yekbûyî re bişînin. (12.00-15.00)   * Danişîna doza Nîhat Kazanhan ê li Cizîra Şirnexê bi guleya polîsan hatibû kuştin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (14.00)