Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir 2023-10-20 09:00:51 MEREŞ - Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê Erdal Îper şev û roj alîkariya maxdûrên erdhejê kir û di 8'ê adarê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Îper bi lêv kir ku xew ji wî re tune bûye û heta jiyana xwe ji dest daye xebitî ye.  Erdal Îper mezraya Torolar a Kizirliyê ya navçeya Bazarcixê ya Mereşê ji dayik bû ye û hê temenê wî biçûk bûye ji ber aboriyê koçberî Ewropayê bû ye. Li Ewropayê piştî welatên Îtalya û Elmanyayê 13 salan maye vegeriyayê gundê xwe. Îper hê temenê wî biçûk bû ye têkoşîna azadiya kurdan naskiriyê û piştî vedigerê gund di nav xebatên Partiyê de cih digrê. Îper ku herî dawî li navçeya Bazarcixê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû di dema erdhejên 6'ê sibatê yên navenda wan Bazarcix bû di nav xebatên alîkarî û rizgar kirina maxdurên erdhejê de cih digrê û şev û roj dixebitê. Îper ku erdhejê bandorek mezin li wî kiribû di 8'ê Adarê de ber bi sibê ve krîza dil derbas kir û lê tevî mudaxileyan jî Îper  li nexweşxaneyê di 46 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Îper li Ewropayê zewicî bû zarokekî wî hebû. Hevjina Îper ku ji hev veqetiyabûn û lawikê wî li Elmanyayê dijîn.    Erdal Îper   Îper bi têkoşîn û keseyeta xwe bandoreke mezin li welatiyên herême kiriye û kesên ew naskirinê bi hezkirin qala wî dikin. Li ser gora Îper ku em bi dayika wî Fatma Îper, birayê wî Yaşar Îper û hevrêyê wî Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê Mehmet Bendeş re axivîn qala jiyan û têkoşîna wî kirin.    'PIR JI PARTIYA XWE HEZ DIKIR'   Dayika Erdal Îper, Fatma Îper (70) ku tevî 7 meh ji ser wefata Erdal Îper re derbas bûne jî hestir li çavê wê kêm nebûne li ser gora lawikê xwe diyar kir ku Erdal zarokekî pir bi aqil û ji aliyê cîran û nasan ve pir hatiye hezkirin. Dayik Îper destnîşan kir ku ji ber wefata Erdal kesên biyanî ji wan behtir xemgîn bûne û wiha qdomand: "Tu car em neêşandin. Rojeke tu kesan re gotineke xirab negot. Ji heval, cîran û nasan re pir alîkarî dikir. Pir merivekî cangorî bû. Di dema erdhejê de rojeke ranewestiya her alîkariya maxdurên erdhejê dikir. Ji me re digot hûn li vir rihetin lê nava navçeyê tev xirab bû ye milet perîşan e. Erdhejê pir bandor li ser wî kir. Gelek kes di bin erdhejê de ma bûn vê yekê ew pir êşand. Hevalan digotin li kolanê sola xwe ji lingê xwe derxistiyê û da ye maxdurekî erdhejê.  Eşa me mezin e. Ji partiya xwe pir hez dikir. Xwe ji partiyê re dikûşt. Hevalên xwe pir hez dikir."   'ŞEV Û ROJ ALÎKARIYA MAXDURÊN ERDHEJÊ KIR'   Birayê wî Yaşar Îper (42) jî anî ziman ku piştî erdhejê birayê wî Erdal bi şev û roj ji bo alîkariya maxdûrên erdhejê xebitiyê û wiha got: "Dema li vir bû jî hemû kesan ve navbera wî baş bû li vê herême hema tu bêjê hemû kesan ew nas dikir û jê hez dikirin. Ev nayê gotin. Dema erdhej çebû digot ez ê vî miletî çi bikim. Ji xwe ji ber bandora erdhejê qelbê wî sekinî. Ji ber ku êşa mirina milet bandoreke pir mezin li wî kir. Kefên ji yên jiyana xwe ji dest danê re dikirî. Her tim alîkariya maxdurên erdhejê dikir tenê deqîqeyeke vala nesekinî. Gundê me ji erdhejê bandor nebû ji ber wê bang li gundiyan kir got em biçin navçeyê. Li navçeyê avahî hilweşiyanê em biçin alîkariya wan bikin. Dixwast hemû kesên di bin kavîlan de manê rizgar bike. Li ku hilweşandin hemû li wir bû. Piştre jî ji bo alîkariya maxdûrên erdhejê ya xwarin û pêdiviyên jiyanî ket di nava hewldane. Heke yekî bigota kincên xwe bide min wê derxistina û bidana, ne digot na."   'DAXWAZA WÎ AZADIYA WELÊT BÛ'   Îper bi lêv  kir ku  Erdal pir giredayî têkoşînê bûye û wiha vegot: "Ji hemû kesan re qala partiyê dikir û ev îkna dikirin. Pir ji Erdal hez dikirin. Tu car dev jî têkoşîna xwe bernedida. Digot têkoşîn ji bo ziman û welat e. Xeyala wî aştî û aramî bû. Dema herême milet lec dikir Erdal diçû diket navberê ew li hev dikirin. Digot bila tu kes ji hev nexeyîde. Digot bila weke her kesî navê welatê me jî hebe, çi mafê netewên din hene bila heman mafên me jî hebin. Digot ev jî mirovan em jî mirovin. Dixwast welat azad be lê dil de ma. Ji me re mîrateyeke mezin hişt. Êşa wî pir mezin e em tu car ji bîr nakin."   'WÊ DI TÊKOŞÎNA ME DE BIJÎ'   Hevserokê HDP a Bazarcixê Mehmet Bendeş jî diyar kir ku wî di sala 2016'an de Erdal ji partiyê nas kiriyê û wiha got: "Hevalekî bi nirx bû. Hevalekî kêdkar û cangorî bû. Em tu car ji wî bîr nakin. Di doza me de wê her bijî. Hertim enerjî dida me. Pir giredayî doza xwe bû. Di nav hevalan de jî pir dihat hez kirin. Tu car paşta gav neavet. Piştî heval Erdal jiyana xwe ji dest da weke Hevserokê navçeyê ez hatim perwîrdar kirin. Ez jî şopdarê wî me. Hewldidim layiqî vê peywîre bibim. Ji bo min barekî giran e. Her tim dibêjim ez dê bikarim valahiya Erdal tijê bikim. Bi keseyet û giredana xwe mîreteyeke mezin ji me re hişt. Di vê dinyaya ku ev hatiyê qirêj kirînî de Erdal xwe parastibû. Em jî keseyeta wî ji xwe re weke mînak digirin."   'WESTANDINA Û STRESA ERDHEJÊ BÛ SEDEM'   Bendeş bal kişand ser xebatên Koordînasyonê Krîzê ku piştî erdhejê ji aliyê partiya wan ve hatibû amadekirin û wiha qala alîkariya Îper a ji bo maxdurên erdhejê kir: "Erdal wê deme kêdeke mezin da. Jê re xew tune bû şev û roj alîkariya milet dikir. Ji bo dabin kirina pediviyên maxdÛrên erdhejê çi ji destê wî hat kir. Jixwe westandin û stresa erdhejê bû sedema wefata wî. Pir tişt heye bê gotin lê gotin di dilê me de dimîne."    MA / Mahmut Altintaş