Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin 2023-10-20 09:07:36 ÎZMÎR - Xwendekaran bertek nîşanî bihabûna fiyeta xwarinên li xwaringehên zanîngehan dan û gotin ku fikarên wan ên aboriyê bandorê li jiyana wan a perwerdehiyê dike.    Xwendekarên Zanîngeha Dokûz Eylulê û Zanîngeha Egeyê di 26'ê îlonê de li dijî bihabûna fiyetê xwarinên xwaringehên zanîngehan dest bi çalakiyan kiribûn. Çalakiyên xwendekaran didomin.   Li Zanîngeha Dokûz Eylulê fiyeta xwarina xwaringeha zanîngehê bi 5 TL û 80 qurîş bû, lê ji sedî 193 hat bihakirin û bû 17 TL. Li Zanîngeha Egeyê jî fiyeta xwarinê ji 6 TL û nîvan bû 20 TL. Piştî bertekên xwendekaran Zanîngeha Egeyê fiyeta xwarinê kêm kir û xwarin bû 15 TL.    Xwendekaran li dijî bihabûnê kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin û hezar û 500 îmeyê berhev kirin radestî Rektoriya Zanîngeha Egeyê kirin. Xwendekarên ku têkildarî bihabûna fiyetên xwarinan axivîn, xwestin zemên hatine kirin bên betalkirin.    Xwendekarê Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê Atda Bûlgan, anî ziman ku krediya ku distînin hezar û 250 TL ye û ev kredî têra 3 dan xwarina herî erzan jî nake. Bûlgan got: "Em zemên rektoriyê ku ji sedî 200'î zêdetir in, qebûl nakin. Ji roja ku dibistan hatiye vekirin heya niha em li dijî van zeman di çalakiyê de ne. 3 daxwazên me yên sereke ne; bila zemên hatine kirin bên betalkirin, bila xwarinên baş bên çêkirin û bila xwarinên veganan li menuyan bên zêdekirin."    Xwendekarê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Egeyê Berkan Dûysan jî anî ziman ku berê ji bo 3 danan 3 lîre û nîv didan, lê her çû ev fiyet bihatir bûn û got: "Bûrsên me diyar in. Em bi vê bûrsê nikarin heqê xwarina mehekê bidin. Divê ev pergal biguhere. Dixwazin bi bihakirina fiyetan xwendekaran ji zanîngehê dûr bixin. Cihê mayinê tune ye, qadên jiyanê tune ne. Ev bandorê li perwerdehiya me dike."    'FIKARÊN ABORÎ'   Xwendekarê Beşa Derûnnasiyê yê Zanîngeha Egeyê Eymen Keysen anî ziman ku bertekên wan ên li dijî bihabûna fiyetên xwarinan xwe bi xwe çêbûne û veguherîne tevgera piştevaniyê. Keysen got: "Tenê ne fiyetê xwarinan, em di warê peydekirina cihê mayinê û amûrên dibistanê de jî zehmetiyê dikişînin. Çareserkirina vê pir hêsan e. Zanîngeha Egeyê yek ji zanîngehên Tirkiyeyê ye ku herî zêde pere distîne. Dikare vî pereyî ji bo xwendekaran bi kar bîne. Ne pêkan e ku em bi van fikarên aborî perwerdehiyeke baş bigirin."    Xwendekrê Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Egeyê Denîz Anûr jî got ku ew di ber xwendekariyê de ji bêgavî dixebitin û bang li hemû xwendekaran kir ku piştgiriyê bidin vê çalakiya wan.    'BILA ŞERT Û MERC BÊN SERERASTKIRIN'   Xwendekara Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Dokûz Eylulê Eylu Lara Sarper jî anî ziman ku pereyê wan têra zemên tên kirin nake û got: "Pirsgirêkên wekî cihê mayinê û gihaniyê hene. Li gor xwarinên derve xwarinên xwairngehan erzan in, lê ev ji bo xwendekaran zêde ye. Em dixwazin şert û mercên me bên başkirin."    MA / Delal Akyuz