Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye 2023-10-20 09:08:17 WAN - Şaredariya AKP'î ya Artemêtanê li navenda navçeyê "Kafeya Biskilêtê" çêkiribû. Di rapora pêzaniyê de ya der barê vê kafeyê de ku bûbû cihê bertekên mezin, hat diyarkirin ku kafe li dijî qanûna îmarê hatiye çêkirin.    Şaredariya AKP'î ya Artemêtanê "Kafeya Biskilêtê" çêkiribû. Kafe bûbû cihê bertekên mezin. Di rapora pêzaniyê de derket holê ku kafe li dijî qanûna îmarê hatiye çêkirin. Komeleya Hawirdor, Parastina Berhemên Dîrokî û Pêşketinê ya Wanê (VAN ÇEVDER) ji bo betalkirina kafeyê serî li Dadgeha Îdare ya 2 ya Wanê dabû. Dadgehê jî rapora pêzaniyê xwestibû. Şandeya pêzaniyê jî diyar kir ku kafe li dijî qanûna îmarê hatiye çêkirin û rapora xwe berpêşî dadgehê kir.    LI DIJÎ QANÛNA PERAVÊ YE JÎ   Di raporê de hat diyarkirin ku kargeha bazirganî ya di plana îmarê de wekî "Îskelet Kafe û Rawestgeha Biskilêtê" hatiye binavkirin, "qadeke bêplan e" û hat destnîşankirin ku qada ku kabîneya cilguherandinê û daşir lê hatine çêkirin jî di plana îmarê de wekî rê cih digire. di raporê de hatiye diyarkirin ku kafeya navborî li dijî qanûna peravê ye jî.    'NE LI GOR FÊDEYA CEMAWERIYÊ YE'   Di raporê de hat destnîşankirin ku tapoya kafeya navborî tune ye û wekî qada li derî tescîlê hatiye diyarkirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku avahî ne li gor rêziknameya erdhejê ye jî û hat gotin ku tu fêdeya kafeyê ji bo cemaweriyê tune ye.    MA / Rûken Polat