Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin 2023-10-20 09:08:50 STENBOL - Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya SGDF'ê Muslum Koyûn ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hat girtin, 5 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û hemû serlêdanên wî yên hevdîtina bi hevalên wî re tên redkirin.  Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Muslum Koyûn ku di hilbijartina 14'ê Gulanê de namzetê parlamenteriyê yê Eskîşehîrê yê Partiya Çepên Kesk bû, di 4'ê Gulanê de tevî 7 kesan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Koyûn ku di Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H de ye, danişîna wî ya duyem dê di 24'ê cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Eskîşehîrê bê lidarxistin. Koyûn bi daxuyaniyên çapemeniyê, xebatên siyasî û daxuyaniyên der barê HPG'iyên di êrişên Tirkiyeyê de bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan de tê tawanbarkirin.    5 MEH IN BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYÊ DE YE   Hevserokê SGDF'ê Okan Danaci anî ziman ku rêveberê wan Koyûn ji ber xebatên xwe yên hilbijartinê hatiye girtin. Danaci destnîşan kir ku îdianameya der barê Koyûn de jî ji xebatên siyasî pêk tê û ev tişt gotin: "Bîranên hatine kirin, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û hemû xebatên din wekî sûc hatine hesibandin. Çi tiştên legal hebin hemû xistine dosyeyê. Ev êriş, li dijî kesên dibêjin 'rêya sêyem heye' êrişên tepisandinê ne."    Danaci bilêv kir ku Koyûn li girtîgehê de odeyeke yekkesî de ye û tê tecrîdkirin û got ku Koyûn ji xeynî parêzeran nikare hevdîtinê bi kesî re bike. Danaco da zanîn ku hevdîtina bi hevalan re jî ji aliyê îdareya girtîgehê ve nehatiye qebûlkirin û got ku malbata Koyûn jî ji ber rewşa aborî nikare biçe girtîgehê.    Danaci ji bo beşdariya li danişîna Koyûn bang li raya demokratîk kir.