Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye 2023-10-20 10:14:49   STENBOL - Mîkaîl Kirbayir diyar kir ku 43 sal in ew ji birayê xwe Cemîl ku di binçavan de hat windakirin têdikoşe û ji bo Qada Galatasarayê got: “Ev der cih û navnîşana hev helalkirina me ye, cihê lêgerîna edaletê ye.”    Yek ji serdemên herî tarî û bûyerên hovane ku lê qewimîn serdema darbeya 12’ê Îlonê ya sala 1980’î û salên 1990’î ye. Di vê serdemê de bi hezaran kes ji aliyên hêzên kontra ve hatin qetilkirin û windakirin. Xizmên windayan di 27’ê Gulana 1995’an rojek şemiyê bi daxwaza “Bila dawî li windakirina di binçavan de were, bila aqûbeta windayan were eşkerekirin, berpirsiyar-faîl bên dîtin û darizandin” li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.    Di navbera salên 1995-1999’an de her roja şemiyê saet di 12.00’an de bi daxwaza “Bila dawî li windakirina di binçavan de were, bila aqûbeta windayan were eşkerekirin, berpirsiyar-faîl bên dîtin û darizandin” li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin. Di hefteya 170’emîn de roja 15’ê Tebaxa 1998’an de polîsan êrişî çalakiyê kir û ev êriş 7 meh li ser Dayikên Şemiyê berdewam kiribûn. Her hefte Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan dihatin binçavkirin. Dayikên Şemiyê di 13’ê Adara 1999’an de ji ber êrişên dijwar ên polîsan demek dirêj navber dan çalakiya xwe.    Dayikên Şemiyê piştî 10 salan cara yekem di 31’ê Çileya 2009’an de carek din li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya xwe kirin. Ev çalakî bênavber berdewam kir û her ku çû girseyîtir bû. Di tebaxa 2018’an de carek din Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê hat qedexekirin. Ji wê demê ve heta niha qad li dayikan qedexe ye. Tevî hemû binçavkirin, zext, dorpêç û îşkenceyê jî 968 hefte ye çalakiya Dayikên Şemiyê didome.    Dayhikên Şemiyê Qada Galatasarayê wek “mekanê hafizeyê-bîrê” dibînin û ji bo çalakiya xwe bidomînin israra xwe didomînin. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê astengiya li ser Qada Galatasarayê biryara “binpêkirinê” daye jî lê 28 hefte ne li ser daxwaza Walîtiya Stenbolê û Qeymeqamiya Beyoglûyê çalakiya Dayikên Şemiyê tê astengkirin û qedexekirin. Lê belê Dayikên Şemiyê ne dest ji lêgerîna windayan û ne jî dest ji Qada Galatasarayê berdidin.      Cemîl Kirbayir di 8’ê cotmeha 1980’î de ji aliyê hêzên dewletê yên wê demê ve di binçavan de tê windakirin. Mîkaîl Kirbayir jî ji bo aqûbeta birayê xwe Cemîl, her hefte di çalakiya Dayikên Şemiyê de cih digire. Mîkaîl Kirbayir diyar kir ku dayika wî Berfo Kirbayir jî di nav destpêkirina çalakiyê de cih girtiye û bêyî ku bigihîje armanca xwe ya edaletê jiyana xwe ji dest daye.   ‘TU NABÊJÎ KU CEMÎL KUŞTIN E’    Mîkaîl Kirbayir da zanîn ku herî dawî wî di 7’ê cotmeha 1980’î de bi birayê xwe Cemîk Kirbayir re axivî ye û birayê wî bi navbeynkariya leşkeran pê re axivî ye û li ser pûsûlûya pêdiviyan nivîsa “ez baş im, min meraq nekin” nivîsandiye. Mîkaîl Kirbayir diyar kir ku bavê wî jê re gotiye, “Cemîl firar kiriye” û wî ji wir fêm kiriye ku birayê wî hatiye windakirin û bersiva, “Tu nabêjî ku Cemîl kuştin e” daye bavê xwe.    ‘NAVÊ WÎ HATIBÛ NIVÎSANDIN’    Kirbayir anî ziman ku piştî vê axaftinê ew çûye Alaya Piyadeya 247’emîn a Qersê û wezîfedarên li wir jê re gotine, “Cemîl ne li vir e” û wiha got: “Paşê leşkerek payebilind defterek vekir, nîşan da ku navê birayê min bi nivîsek sor hatiye nivîsandin. Ji min re got, ‘êdî destê xwe ji bestûka me berde’. Li ser vê yekê ez çûm şaxa siyasî. Rayedarên li vir gotin ‘Cemîl firar kiriye’.”    Kirbayir diyar kir ku wî kesek ku bi birayê wî re li heman cihî binçavkirî bûye û îşkence lê hatiye kirin nas kiriye û wî kesî got ku ew Cemîl bi hev re di binçavan de bûne û îşkence li wan hatiye kirin. Kirbayir da zanîn ku wî kesî jê re gotiye, “Ji Cemîl pirsan kirin. Cemîl jî bersiva wan da. Paşê jî dengek hat. Paşê deng qut bûye û di nav leşkeran de metirsiyek dest pê kiriye.”      DEWLETÊ 30 SAL ŞÛN VE ÎTÎRAF KIR    Mîkaîl Kirbayir anî ziman ku piştî 30 salan dewletê ango Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan di 4’ê sibata 2011’an de bi şandeya Dayikên Şemiyê ku dayika wî Berfo jî di nav de bûye re hevdîtin kiriye û got: “Dewletê cara yekemîn qetbûl kir û îtîraf kir ku kesekî di binçavan de qetil kirine.”    WESIYETA DAYIKA BERFO    Kirbayir bi bîr xist ku dayika wî Berfo piştî ku bihîst lawê wê di binçavan de hatiye windakirin bi sê salan şûn ve jiyana xwe ji dest da. Kirbayir got ew li ser wesiyet û bîranîna dayika xwe li kêleka gora wê ji bo hestiyên birayê xwe jî gorek kolandine. Kirbayir da zanîn ku ji bo faîl bên darizandin hemû hewldanên wan bêencam mane û dosyeya birayê wî Kirbayir paşê jî bi demboriyê re rû bi rû maye.    ‘EW DER NAVNÎŞANA LÊGERÎNA EDALETÊ YE’    Kirbayir destnîşan kir ku 43 sal in bêwestan û bênavber têkoşîna ji bo windayan didin û ji sala 1995’an vir ve bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re ji bo edaletê têdikoşin. Kirbayir ji bo Qada Galatasarayê got: “Ew der cih û navnîşana hevhelalkirinê û lêgerîna edaletê ye. Em li vê meydanê ji gel re derdê xwe vedibêjin. Di hefteya 700’î de çalakiya me ya li vê qadê ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ve hat qedexekirin. Ji wê rojê ve berxwedana me didome.”    ‘EM HESTIYÊN XWE DIXWAZIN’      Kirbayir da zanîn ku li gel biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê û Qeymeqmiya Beyoglûyê jî çalakiya xwe didomînin û tevî biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê jî qedexe didome û wiha axivî: “Em ji dewletê cenaze-hestiyên xwe dixwazin. Ne ol, ne îman û ne jî kitêb dikare vê qedexeyê rave bike. Birayê ji ber darbeye hat kuştin, windakirin. Hemin ku desthilatdarî li dijî darbe û darbekaran e, de bila vê meydanê li me qedexe neke. Desthilatdariya li dijî darbeyê ye her hefte li vê meydanê destê min ku ez her hefte aqûbeta birayê min ji aliyê darbekaran ve hatiye windakirin dipirsin, ji paş ve kelemçe dike û min dixe binçavan. Zîhniyeta 12’ê Îlonê îro jî berdewam dike. Heke hûn li dijî darbekaran e, we yê hesabê van kuştin û windakirinan bipirsiya.”    ‘EM JI BO DEMOKRASIYÊ LI BER XWE DIDIN’    Kirbayir destnîşan kir ku tevî hemû zext û asengiyan jî wê ji bo edaletê têbikoşin û got: “Ew çi dikin bila bikin, em ê dest ji aqûbeta windayên xwe bernedin. Me soz daye wan. Em ê dest ji berxwedana xwe ya ji bo edaletê û demokrasiyê bernedin. Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin. Em dixwazin her kes di vê mijarê de hestiyar be.”    MA / Ergîn Çaglar