Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn 2023-10-20 14:07:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk û hêzên paramîlîter ên bi ser wan ve gundên Aqîbê, Soxanekê, Şewarxa, Tinib, Tatmeraş û Kiştearê yên navçeyên Şera û Şêrawayê yên Efrîna topbaran dikin. Di encamê de 2 welatî birîndar bûn.   Li gorî nûçeya ANHA'yê; di saetên nîvro de de artêşa tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê ku li Efrîna dagirkirî ne, gundê Aqîbê, Soxanekê, Şewarxa, Tinib, Tatmeraş û Kiştearê yên navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê tobparan kirin. Di heman demê de balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digerin.   Di encama topbarana li dijî gundê Aqîbê de welatiyê bi navê Ferîd Mistefa Berekat (23) û Şeyma Mihemed Receb Talib (29) birîndar bûn.