Li Midyadê kesek hat kuştin 2023-10-20 16:18:03   MÊRDÎN - Li gundek Midyadê di navbera zava û malxezûranê wî de şer qewimî û kesekî jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Kevîjanê yê bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve tê gotin ku Îsmaîl Magat tundiyê li hevjîna xwe kiriye. Ew jin agahî dide malbata xwe û malbata wê diçe mala wan. Ewilî nîqaş dikin û paşê di navbera zava û malxezûranê wî de şer derket. Bi sîlehan li hev xistin û di şer de Îsmaîl Magat û birayê xwe Îbrahîm Magat birîndar bûn.    Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û birîndaran rakirin nexweşxaneyan. Tevî hemû mudaxileyan jî Îsmaîl Magat jiyana xwe ji dest da.   Leşkeran gund dorpêç kir û tevdîr girtin. Lêpirsîn hat destpêkirin û têkildarî bûyerê kesek hat binçavkirin.