ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-21 09:00:01   * Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê Eyhan Mûrad, diyar kir ku armanca êrîşên dewleta tirk a li dijî  Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêîradekirina Rêveberiya Xweser û ji holê rakirina hilberîna fikr û felsefeya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Em bêav, bêceyran û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin û axa xwe terik nekin."    * Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy û Nafiye Tagû ku kesên li hember êrişên Îsraîlê radibin, lê li hember êrişên Tirkiyeyê xwe li bêdengiyê datînin rexne kirin, gotin: "Zilm li her derî zilm e."    * Cezayekî din ê "dîsiplînê" li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn ku ev ceza hevdîtina bi malbatê re asteng dikin. Daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyeyê, ji aliyê dadgeriyê ve bi hinceta "dê di çapemeniyê de belav bibe" hat redkirin.    * Li Stenbolê Karakiz Baymaz a 84 salî, ji bo dermankirinê çû nexweşxaneyê, lê ji ber ku wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin.    * Ji ber serdana goristanê du sal berê der barê Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî demekê der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Lê bi heman hincetê careke din lêpirsîn hat destpêkirin.    * Rêxistinên ciwanan ku bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kir ku êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê dişibin hev du û li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin.    * Di erdhejên navenda wan Mereş bû de ji sedî 80 gundê Musolar ê navçeya Bazarcixê jî hilweşiya bû. Mexdurên erdhejê ku li gund em bi wan re axivîn bi lêv kirin ku tevî 8 meh bi ser erdhejê re derbas bû ne jî rewşa çekirina xaniyên wan nediyar e û ew dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin.   * Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê dê li Amed û Qoserê konferansên herêmî pêk bîne. (09.30)   * Li Êlihê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bê lidarxistin. (11.00-23.00)   * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê dê têkildarî Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Şakrana Îzmîrê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin" bidomînin. (11.00-12.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 968’emîn de çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 604’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar bixe. (13.30)       * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 476’emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)