Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem 2023-10-21 09:07:03   ŞIRNEX - Ji ber serdana goristanê du sal berê der barê Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî demekê der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Lê bi heman hincetê careke din lêpirsîn hat destpêkirin.    Hat zanîn ku der barê Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan de lêpirsîneke din hatiye destpêkirin. Fîdan di sala 2021'ê de di cejnên Remezan û Qurbanê de serdana goristanan kiribû, lê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê van serdanan wekî "propagandaya rêxistinê" nirxand û der barê Fîdan de lêpirsîn da destpêkirin. Lê ji ber ku Wezareta Karên Navxweyî destûr nedabû, lêpirsîn bi neşopandinê bi dawî bûbû.   Dozgeriyê vê carê bi heman hincetê bi sûcê "wesayîta cemaweriyê bi awayekî şexsî hatiye bikaranîn" der barê Fîdan de lêpirsîneke nû da destpêkirin.    Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan anî ziman ku ji roja ku bûye hevşaredar heya niha der barê wê de gelek lêpirsîn hatine destpêkirin û got ku lê ji ber serdana goristanan lêpirsîneke din der barê wê de hatiye destpêkirin.    SERDANA GORISTANAN SÛC HATIYE HESIBANDIN!   Fîdan anî ziman ku di bûyer û çalakiyên civakî de li cem gel in û got: "Roja cejnê jî wekî wecîbeyeke olî em bi gelê xwe re çûns er goran. Lê rabûn vê serdana me wekî sûc hesibanidn. Gava me serdana goran kir, ji xwe polîsan li wir bi kamerayan dîmenên me girtin. Ger ûnsûreke sûcî hebûya, dê di cî de mudaxile bikirana. Lê ji ber u hincetek nehat dîtin, wesayîta me kirin hincet û bi hinceta 'wesayîta cemweriyê bi awayekî şexsî hatiye bikaranîn' lêpirsîn dan dane destpêkirin. Ma tiştekî ji serdana goran xwezayîtir çi heye? Wekî kesên hatine bijartin hebûna me ya li gel peywireke eme ya sereke ye. Jixwe sûcê tê îsnatkirin jî bi temamî pûç e. Ji lew re li w goristanê goreke xizmên me jî tune ye. Hebûna me ya li wir ne şexsî ye, peywireke şaredar e. Hevşaredar 24 saetan li ser kar e. Betlaneyeke fermî tune ye. Me bêyî em cihêkariyê bikin em li goristanê li cem malbatan bûn."    Fîdan bibîr xist ku ji hilbijartina xwecihî re 5 meh mane û got beriya hilbijartinê der barê wê de lêpirsîneke din hatiye çêkirin. Fîdanê wiha domand: "Kengî hilbijartin nêz bibin li hemberî kesên hilbijartî dest bi lêpirsînan dikin. Tew dosyeyên girtî car din vedikin. Lêpirsîna dawî jî, ya du sal berê ye. Beriya hilbijartinê lêpirsîn dan destpêkirin. Gava mirov bi awayekî hiqûqî lê mêze bike, lêpirsîneke pûç e lê ji bo bandorê li hilbijartinê bikin tê kirin."    Fîdan bilêv kir ku dê ev lêpirsîn nikaribin wan bitepisînin û got ku dê têkoşîna xwe bilindtir bikin.    DÊ SERÎ LI ŞÛRAYA DEWLETÊ BIDIN   Parêzerê Fîdan, Haşîm Togûrlû jî anî ziman ku her Wezareta Karên Navxweyî destûra lêpirsînê bide dê îtiraz bikin û serî li Şûraya Dewletê bidin.     MA / Omer Akin