ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da 2023-10-21 14:34:15 ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê diyar kir ku Yilmaz Ozalp ê li girtîgehê ji ber krîza dil ku derbas kiribû jiyana xwe ji dest da di encama binpêkirinan de miriye.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa T’yê di 5’ê tebaxê de krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê û malbata Ozalp tev li civînê bûn.    ÎHD: DI ENCAMA BINPÊKIRINAN DE JIYANA XWE JI DEST DAYE    Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş axivî û Ozalp bi saxlemî ketiye girtîgehê û ew mirî ji girtîgehê hatiye derketin. Gumuş da zanîn ku Ozalp di encama şert û mercên zextên derûnî û fizîkî de nexweş ketiye û got: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li ser hev pêk tên. Gelek dereng agahiyê didin malbata Ozalp. Piştî wî dibin nexweşxaneyê malbat ji neçarî diçe destûrê ji dozgeriyê dixwaze ku pê re hevdîtin bike. Hem rêveberiya nexweşxaneyê û hem jî wezîfedarên din muameleyek xerab nîşanî malbatê didin. Ozalp bi awayekî ku destên wî kelemçe kirî ne tê tedawîkirin. Ev binpêkirina mafê mirovî ye. Di dema pêvajoya nexweşxaneyê de jî û piştî Ozalp mir jî me gelek nivîsên pêwîst nivîsand. Lê belê tu bersiva me nehat dayîn. Em ê wek ÎHD’ê her bikevin pey vê bûyerê û bişopînin.”   ‘WAN LAWÊ MIN KUŞT’    Bavê Ozalp, Ekrem Ozalp jî diyar kir ku gelek binpêkirinên mafan li dijî lawê wî pêk hatine û got: “Piştî çend mehên girtîgehê lawê min krîz dil lê da. Rakirin nexweşxaneyê. Li wir anjiyo bû û tenê rojek li nexweşxaneyê hiştin û wî dîsa birin girtîgehê. Piştî heft mehan dîsa krîza dil lê da û vê carê jiyana xwe ji dest da. Agahî jî nedan me. Jixwe lawê min li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. Du mehan li nexweşxaneyê girêdayî makîneyê tê ragirtin.”    Nazîm Ozalp jî nerazîbûna xwe wiha nîşan da: “Wan lawê min kuşt.”