Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn 2023-10-22 09:06:03   STENBOL - Fînce Akman, dayika Yakûp Akman ê ku ji ber şewata daristanê ya ku ragihandibû îtfaiyeyê hat girtin, anî ziman ku kurê wê ji ber kurdbûna xwe hatiye cezakirin û got: "Ger ji Behra Reş, Tokatê bûya dê bigota 'ji ber ku te telefon kir, spas.'"    Di 19'ê îlona 2019'an de li Pendîka Stenbolê agir bi Daristana Aydosê ketibû. Di dema şewatê de Yakûp Akman jî li wir bû. Akman paşê bi îdiaya "bi fermana rêxistinê agir bi daristanê xistiye" hatibû girtin. Akman ku gava çav bi şewatê ketibû û îtfaiye jî di nav de telefonî gelek saziyên fermî kiribû, wê rojê hatibû binçavkirin. Lêpirsîna der barê Akman de piştî parvekirina li ser platforma Twitterê (X) ya bi navê "Ciwanên Kurdistanê yên Hêrsoyî" ku gotibûn "Yekeyên me agir bi qada daristanî ya li Kûrtkoy a Pendîkê xistin" dewrî Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatibû kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Akman hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê.   Çendî hatiye tespîtkirin ku Akman ji bo tefandina şewatê di serî de li îtfaiyeyê û gelek saziyên fermî yên dewletê geriyaye û dadgehê beriya danişîna biryardayînê diyar kiriye ku dibe ku mahiyeta sûc bê xerakirin jî, lê bi sûcê "xerakirina yekpareyiya dewletê" parastineke pêvekî jê hat xwestin. Û çendî doz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibe amadekirin jî, lê bi îdiayên wekî "xerakirina yekpareyiya dewletê" û "di çarçoveya xebatên rêxistinê de şewitandina daristanê" hat domandin.    Dayika Akman, Fînce AKmanê bilêv kir ku cezayê ku li kurê wê hatiye birîn neheqî ye.    Fînce Akmanê yek ji wan jinan e ku berê ji bo xizmên xwe yên girtî "Nobeda Edaletê" girtiye. Akman, anî ziman ku kesekî ku daristanê bişewitîne ranebe ji bo tefandina daristanê telefonî îtfaiyeyê bike û ji bo helwesta heyeta dadgehê got: "Di danişînê de ne li me, li pêşiya xwe dinerîn. Guh li me nedikirin. Gava Yakûp û parêzer diaxivîn, nedixwestin guh li wan bikin. Ew jî dizanin ku tu eleqeya kurê min pê tune ye. Tenê ji bo bibêjin 'PKK'ê daristana me şewitandiye' ew bernedan. Şik û guman li me çêbûn ku dosyeya li ber dadger ne ya Yakûp e."    'DÊ MALAVAYÎ BIKIRANA'   Dayik Akman anî ziman ku kurê wê ji ber kurdbûna xwe hatiye cezakirin û got: "Ger ji Behra Reş, ji Tokatê bûya, dê bigotana 'ji ber ku te telefon kir, spas.' Ger ne kurd bûna dê ceza lê nehata birîn. Em jî û dewlet jî bi vê dizane."    Akman destnîşan kir ku dewletê kurd ji xwe re kirine "dijmin" û wiha got: "Ger belasebeb cezayê muebbedê li kesekî bibirin, ger ev zarok ji girtîgehê derkeve dê çi qasî ji vê dewletê hez bike? Ew bi destê xwe dijminan diafirînin. Ên diçin çiyê jî ji ber wan diçin. Bi tahdeyê gund şewitandin, heywan û xanî şewitandin. Ev hemû bi destê dewletê hatin kirin. Ji kurdan hez nakin, dixwazin wan biqedînin."    Akman di dawiya axaftina xwe de got: "Peywira dayikan ew e ku xwedî li zarokên xwe derkevin. Rûniştina malê û girî bi kêrî me nayê. Ew me me xelas nake, dê berxwedan me xelas bike."