Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin 2023-10-22 09:07:44   STENBOL - Malbata Mehmet Selîm Ongûlû ku di 7'ê cotmehê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û di rapora otopsiyê de sedema mirina wî wekî "krîza dil" hat nîşandan, xwestin bûyera mirinê ya "gumanbar" bê zelalkirin.    Mehmet Selîm Ongûlû yê di Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Amedê de dimîne, di 7'ê cotmehê de di qawîşa xwe de jiyana xwe ji dest da. Mirina Ongûlû yê 9 salan girtî bû, di pêşrapora otopsiyê de wekî "krîza dil" hat tomarkirin.    Ongûlû, di sala 2021'ê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xwîn çûbû ser mêjiyê wî hat dermankirin û paşê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê hat kirin. Ongûlû piştî salekê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hat kirin û ji vir jî cardin sewqî Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Amedê hat kirin.    Malbata Ongûlû mirina wî wekî mirineke "bi guman" dibîne. Mûzaffer Ongûlû, birayê Mehmet Selîm Ongûlû xwest mirina birayê wî bê zelalkirin.    RAPORA 'DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE' DANE WÎ!   Mûzaffer Ongûlû bilêv kir ku gava birayê wî li Menemenê di girtîgehê de bûye di dema hevdîtinê de bi tayê ketiye û piştî ew rakirina nexweşxaneyê teşhîsa epîlepsiyê hatiye danîn. Ongûlû destnîşan kir ku ev nexweşîn li girtîgehê li birayê wî peyde bûye û got ku ji wan re nehatiye gotin ku birayê wî rakirina kîjan nexweşxaneyê. Ongûlû da zanîn ku birayê wî paşê şandine Saziya Tiba Edlî (ATK) û ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye birayê wî.    Ongûlû da zanîn ku beriya bi tayê bikeve xwîn çûye ser mêjiyê birayê wî û 80 rojan hatiye dermankirin lê di van 80 rojan de nikaribûye dest û pêyên xwe bilebitîne û gava birayê wî li Girtîgeha Menemenê û Girtîgeha Xarpêtê bûye jê re ev tişt gotine: "Got, girtiyên li cem wî jî hemû nexweş bûne û nikaribûne alîkariya wî bikin. Ji ber vê ji bo car din biçe Girtîeha Tîpa T a Amedê daxwazname dane. Ji lew re li vir hevalên wî hebûn û alîkariya wî dikirin. Birayê min piştî Menemenê mehekê li Xarpêtê ma, paşê car din ew şandin Girtîgeha Amedê."    AGAHIYÊN BI NAKOK   Ongûlû behsa roja 7'ê cotmehê kir ku birayê wî jiyana xwe ji dest da û got: "Saet li dor 12:00'an bû, xebera mirina birayê min hat. Gava em li rayedarên girtîgehê geriyan, jineke ku xwe wekî cîgira midûr da naskirin, got birayê te serê sibehê saet li dor 06:00'an ji ber krîza dil miriye. Hefteyek bi şûn de ji bo agahiyên berfireh min car din elefonî girtîgehê kir. Car din heman jinê telefonê vekir. Min pirsî 'Birayê min kengî, çawa mir û nerihetiyek wî hebû?' Jinikê ji min re got, 'Saet di 08:00'an de krîzê li dilê wî xist. Tevî hemû mudaxileyan jî me nikaribû wî xelas bike. Min jî got, 'cara ewil gava ez geriyam te got saet li dor 05:00-06:00'an miriye, lê çi bû niha guherî? Qey haya we ji mehkûman tune ye?"   RAPORA OTOPSIYÊ   Ongûlû anî ziman ku mirina birayê wî mirineke bi guman e û got ku di rapora otopsiyê de sedema mirina birayê wî wekî "krîza dil" hatiye tomarkirin. Ongûlû got: "Rêveberiya girtîgehê divê tiştekî zelal ji me re bibêje."    Ongûlû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan û ji bo vê bang li Wezareta Dadê kir.