Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû 2023-10-22 10:18:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêdetirî yek milyar dolar ziyan gihişt binesaziya herêmê.    Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xesareke mezin derket holê. Di encama êrişên di navbera 4-11’ê cotmehê de 47 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 59 kes jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya ANHA’yê; Rêveberiya Sehaya Petrolê ya Rimêlanê têkildarî xesara ji ber êrişan çêbûye raporek amade kir.    Di raporê de tê destnîşankirin ku zêdetirî yek milyar dolar xesara madî li herêmê çêbûye. Rêveberê Sehaya Petrolê ya Rimêlanê Ehmed Îbrahîm diyar kir ku hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan di mijara êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de durûtiyê dikin. Îbrahîm, da zanîn ku ji ber ekîpmanên ji bo rewşên lezgîn di depoyan de veşartibûn, di demekî kin de hinek qadên ji xizmetê careke din temîr kirine. Îbrahîm, got ku deverên din jî tên temîrkirin.