Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin 2023-10-22 13:27:00   WAN - TUHAY-DER, HEDEP û DBP çûn serdana Nîzam Karaagar ku piştî 30 sal û 6 mehan hatibû tehliyekirin.    Nîzam Karaagar di sala 1993’yan de li Wanê hate girtin û Dadgeha Ewlekariya Bilind (DGM) cezayê muebbetê lê birî. Karaagar di 20’ê cotmehê de hate berdan. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Partiy Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes ji bo serdanê çûn mala Karaagar a li navenda Wanê.    Di serdanê de Hevserokê Şaxa TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Uyar wiha got: “Çavên malbata me û gelê kurd ê birûmet ronî bin. Em jî careke din ji heval Nîzam re dibêjin tu bi xêr hatî. Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em dixwazin hemû girtî azad bibin. Bi hêviya ku Rêber Apo û hemû girtiyên din di demekî herî kin de azad bibin.”    Karaagar jî axivî û xwest ku hemû girtî azad bibin.